Îbrahîm Ayhan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Îbrahîm Ayhan parlamenterekî kurd ê parêzgeha Rihayê ye û yek ji parlamenterên girtî yên partiya BDP'ê ye. Lewra ew weke girtiyeke siyasî yê Tirkiyê tê pejirandin.


Îbrahîm Ayhan
Jiyan
Zarok2
PerwerdeZanîngeha Wanê
biguhêreBelge

Îbrahîm Ayhan di sala 1969'an de li navçeya Siwêrekê ya Rihayê jidayikbû. Wî dibistana xwe ya sereke û ya navendê li Siwêrekê, lîsê jî li Edenê qedand. Di sala 1994'an de ew li Zanîngeha 100'mîn salê ya Wanê ji beşa zîreetê mezûn bû. Di sala 1997'an de wî li Rihayê dest bi mamostetiyê kir. Di nava salên 1999'an û 2007'an de wî serokatiya Egitim-Senê ya Rihayê dimeşand.

Di sala 2007'an de ji bo hilbijartinên giştî wî dev ji karê xwe yê mamostetiyê û serokatiya sendîqayê berda, ji bo Partiya Civaka Demokratîk (DTP) bû namzetê serbixwe û wek parlamenter hate hilbijartin. Wî heta 1'ê cotmeha 2010'an serokatiya DTP û BDP ya parêzgeha Rihayê berdewam dikir.

Ayhan ji ber doza KCK'ê di 1'ê cotmeha 2010'an de hate girtin û wî wek girtiyê siyasî xistin Zîndana Girtî ya Rihayê.

Îbrahîm Ayhan zewicî ye û bavê du zarokan e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]