Şeqbûn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Di gavên şeqbûnê de qebareye zîgotê naguhere, qebareya xaneyên nû kêm dibe. Ango di her dabeşbûnek de qebareya xaneyên nû (xaneyên keç) dadikeve nîvê qebareya makexaneyê

Şeqbûn (bi înglîzî: cleavage), li pêy pîtînê dabeşbûna xaneyên pêşembriyoyî.

Pîtîn di coga hêkê de rû dide. Piştê pîtînê, zîgota mirov di nav 24 saetan de dabeş dibe û dibe embriyoya du xaneyî.[1] Li pey pîtînê, zîgot bi rêzedabeşbûnên li pêy hev, bi lez dabeş dibe. Bi dabeşbûna mîtozî hejmara xaneyan wekî 2, 4, 8, 16, 32, 64 ... zêde dibe. Ev qonaxa dabeşbûnê ya zîgotê wekî şeqbûn tê navkirin. Şeqbûn di coga hêkê de dest pê dike, heta embriyoya bigihîje malzarokê, didome.[2] Di gavên şeqbûnê de qebareye zîgotê naguhere, qebareya xaneyên nû kêm dibe. Ango di her dabeşbûnek de qebareya xaneyên nû (xaneyên keç) dadikeve nîvê qebareya makexaneyê.[3]

Xaneyên nû yên bi şeqbûnê hatine çêkirin, wekî “blastomer” tên navkirin.[4] Hemû blastomer ji aliyê bomaweyî (genetîkî) ve kopyayên hev in.[5]

Şeqbûn, piştê pîtînê bi çalakiya hokara handerkirina mîtozê (bi înglîzî: mitosis promoting factor (MPF)) dest pê dike.[6]MPF ji du binebeşan pêk tê, Sayklîna B û kînaza pêgira sayklîn. Bi çalakiya hokara handerkirina mîtozê, çerxa xaneyê ya blastomeran tenê bi du gavan didome: Qonaxa S û Qonaxa M.[7] Ango di xaneyên pêşembriyoyî de qonaxên G1 û G2 yên çerxa xaneyê an hîç tune an jî gellek kurt e, loma dabeşbûnên şeqbûnê li gor debeşbûna mîtozî ya asayî gellek bi lez rû dide.[8]

Berê her dabeşbûnek, bi duhendebûnê, hejmara kromozomên blastomeran dibe du qat. Ji ber ko kromozom ji ADN û proteîna hîston pêk tê, ji bo berdewamiya şeqbûnê divê ADN were dirustkirin. Herwisa hinek proteîn û madeyên sakar jî tên berhemkirin.[9]

Bi qasî sê roj piştê pîtînê, hejmara xaneyên embriyoyê digihîje 16 xaneyan. Ev koma xaneyên bi awayekî şidayî bi hev re girêdayî dişibe mêweya(fêkî) tûyê. Loma ji bo vê pêkhateyê navê “morula” tê bikaranîn. Di zimanê latînî de wateya morula “tûya piçûk”e.[10]Morula ji xaneyên erk û qebareya wekhev pêk tê. Gorankariya xaneyan ji qonaxa morulayê şûnde dest pê dike. Blastomer li gor pêdiviyê, diguherin bo hemû şane û endamên laş.[11]

Gava hejmara xaneyên bi şeqbûnê çêbûne ji sedî zêdetir dibin, êdî embriyo wekî blastula tê navkirin.[12] Xaneyên blastula jî, wekî blastomer tên navkirin. Xaneyên blastomer bi awayek şidî be hevre girêdayî ne.[8] Embriyoya mirov di qonaxa blastula de wekî blastoçikildan (bi inglîzî: blastocyst) tê navkirin. Her ko blastomerên nû tên peydakirin, blastomer ber bi aliyê derve dilivin û navenda bilastoçikildanê vala dihêlin. Di vê qonaxê de embriyo dişibe gogê. Çîna xaneyên aliyê derve wekî blastoderm tê navkirin. Navenda bi şile tîjî jî blastokelên (bi înglîzî: blastocoel) tê navkirin.[13]

Şeqbûn bi destpêka qonaxa blastoçikildanê bi dawî dibe. Hemû zîndewerên firexaneyî bi şeqbûnê geşe dibin û diperisin. Lê şêweyî şeqbûnê li zîgota her zîndewer de ne heman e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  2. ^ Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  3. ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  4. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "cleavage". Encyclopedia Britannica, 8 Feb. 2018, [1]. Accessed 9 August 2022.
  5. ^ Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  6. ^ Gilbert SF. Developmental Biology. 6th edition. Sunderland (MA): Sinauer Associates; 2000. An Introduction to Early Developmental Processes. Available from: [2]/
  7. ^ Gilbert SF. Developmental Biology. 6th edition. Sunderland (MA): Sinauer Associates; 2000. An Introduction to Early Developmental Processes. Available from: [3]/
  8. ^ a b Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  9. ^ Balinsky, Boris Ivan. "animal development". Encyclopedia Britannica, 29 Jul. 2022, [4]</. Accessed 8 August 2022.
  10. ^ Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  11. ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  12. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  13. ^ Balinsky, Boris Ivan. "animal development". Encyclopedia Britannica, 29 Jul. 2022, [5]</. Accessed 8 August 2022.