Şerê cîhanê yê yekem

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Şerê cîhanê yê yekem

Şerê cîhanê yê yekê anko Şerê Mezin pevçûneka çekdarane ya mezin bû ko piranî ya welatên Ewrûpayê û cîhanê têda pişikdar bûn. Ew şer ji sala 1914ê heta 1918ê berdewam bû. Pevçûn li Çiriya Paşîna sala 1918ê dawî bûn, lê şer li Xêveya 1919ê bi Peymana Versayê bi awayekê firmî dawî bû. Di wî şerî da bi milyonan mirov hatin kuştin û ruxsara siyasî ya cîhana nûdem hat guhertin.

Şer di navbera hêzên hevalbend (Fransa, Brîtanya, Rûsya, WYE û paştir Îtalya) û Hêzên Navend (Împeratoriya Elmanyayê, Împeratoriya Nemsa-Macaristanê, Bulgaristan û Împeratoriya Osmanî ve pêk hat. Serkevtî yên şerî welatên hevalbend bûn, lê jihevnegirtinên piştî dawîbûna şerî, nemaze nerazîbûna Elmanyayê liser hindek bendên Peymana Versayê, rê li himberî hilbûna agirê Şerê cîhanê yê duyem xweş kir.

Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din