Rûsya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Rûsya
Ûrisêt
Российская Федерация
Rossijskaja Federatsija
Federasyona Rûsyayê
Alayê Rûsyayê Nîşanê Rûsyayê
(Ala) (Nîşan)
Sirûda netewî: Государственный гимн Российской Федерации (Gosudarstvenny gimn Rossiyskoy Federatsii)
Zimanên fermî Rûsî û ye din
Abazayî, Adigeyî, Aghulî, Altayî, Avarî, Azerî, Başkirî, Buryatî, Çaçanî, Çerkezî, Çuvaşî, Dargwayî, Erziyayî, Înguşî, Kabardî, Kalmykî, Karaçay-Balkarî, Khakasî, Komî, Kumykî, Lakî, Lezgî, Marî, Mokşayî, Nogayî, Alanî, Rutulî, Tabasaranî, Tatarî, Tsakhurî, Tuvanî, Udmurtî, Ûkraynayî, Yakutî


Paytext Moskow
55°45′Bk 37°37′Rh / 55.750°Bk 37.617°Rh / 55.750; 37.617
Bajarê mezin Moskow
Sîstema siyasî Federasyona Nîvserokkomarî
 - Serokomar
 - Serokşalyar
Vladimir Putin (Владимир Путин)
Mikhail Mishustin (Михаил Мишустин)
Rûerd
 - Giştî
 - Av (%)

17.075.400 km2
0,5
Gelhe
 - Giştî (2010)
 - Berbelavî

141.927.297 kes
8,3 kes/km2
Serxwebûn 26'ê berfanbarê 1991
Dirav Ruble (RUB)
Dem UTC+3 ra +12
Nîşana înternetê .ru, .su
Koda telefonê +7

Rûsya an jî Ûrisêt[1] (bi rusî: Россия Rossija an jî bi fermî: Российская Федерация Rossijskaja Federatsija, anku bi kurdî Federasyona Rûsyayê) dûgeleke li bakurê Ewrasyayê dikeve û gorî parzemîna xwe welatê herî mezin ê cîhanê ye.

Rûsya bi belavbûna YKKS hat saz kirin û yek ji endamên Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî yên daîmî ye. Ew yek ji endamên G8 (Koma Heştan) bû; Rûsya ji komê hat derxistin.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sînorên wêyê bi dewlet û deryayan re[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nexşeya topografî

Sînorên Rûsyayê bi dewletên Norwêc (196 km) û Fînlenda (1.340km), Deryaya Sîbîryaya Rojhilat, welatên Baltîkên Estonya (294 km) û Letonya (217 km), li başûr Belarûs (959 km) û Ûkraynayê (1.576 km) re hene.

Deryaya Reş sînorên Rûsyayê Asya û Ewropa ji hev vediqtîne. Li Qefqasyayê sînorên xwe bi Gurcistan (723 km) û Azerbaycan (284 km) re hene. Sînorê xwe bi Deryaya Mazenderan û Qazaxistanê re didom in. (6.846 km).

Li rojhilat sînorê wê bi (nêzî 40 km) Çîn û Mongolyaê (3.485km) re hene. Pê Mongolistanê re sînorê dorî (3.605 km) bi ÇÎnê re hene. Li Rojhilata Dûr jî sînorê xwe bi Koreya Başûr (19 km) re hene. Li wê wêde jî sînorê xwe bi beravên Deryaya Japon, Deryaya Oxotskê , Okyanûsa Pasîfîk û Tengava Berîng re hene. Ew bi tengiyekê dorê 85 km û kûrahîyekê dorê 30 m de heta 50 m bi Tengava Berîngê ji Alaskayê vediqete.

Ew li bakur bi beravên xweyên li ber Okyanûsa Arktîk tê sînor kirin. Li wir hin giravên Rûsyayê hene. Sînorên wêyê bi dewletên din ve dorê 20.017 km, beravên wê jî dorê 37.653 km.

Derve axên navendî, perçeyeka Rûsyayê dervayiyê ko pê ve girêdayî bi navê Oblast Kaliningrad di navbera Polonya û Lîtvanyayê de dimê. Sînorên wê bi Lîtvanya (227 km) û Polonyayê (206 km) re hene.

Çem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çemê Newa li Sankt Petersburgê

Çemekî Rûsyayê girîngî ko li ser axên wêyê Ewropayê diherike Volga ye. Ew çemê herî dirêjê Ewropayêye û bi dirêjahiyê xweyê dorê 3.534 km pê herikîna xweyê ser Rûsyayê bi dawî tala Deryaya Mazenderan dibe. Çemekî dinî girîng jî Dnepr e. Ew ji nêzikên Moskowê dizê û pê herikînê ser Rûsyaya Spî Ûkraynayê re tala Deryaya Reş dibe. Ew li ser Kanala Dnepr-Bug re bi çemê Polonî Bug û Wisla û Memel ve tê girêdan.

Hin çemên girîngên ko tala Deryaya Mazenderan dibin wiha ne: Volga, Kama (1.805 km yek ji milên Volga), Wyatka (1.314 km), Oka (1.480 km, yek ji milên Volga), Ûral.

Hin çemên tala Okyanûsa Atlantîk dibin wiha ne: Newa, Volxov, Duna, Pregel, Memel, Don, Kuban

Hin çemên ko tala Okyanûsa Arktîk dibin: Petşora, Ob, Çulim, Irtiş, Tobol, Yenîsey, Angara, Selenga, Lena, Indîgîrka.

Hin çemên ko tala Okyanûsa Pasîfîk dibin: Amur, Usûrî, Seya.

Çiya[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hin çiyayên Rûsyayê girîng wiha ne: Altay, Baykal, Şîbînen, Qefqas, Kolîma, Putorana, Sayan, Stanowoy, Tannu-ola, Çekerskî, Ural, Werxoyansker.

Çiyayê Rûsyayê yê herî bilind Elbrûs (5.642 m) li ser Qefqasan dimê.

Bajar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Rûsyayê gelheya 13 bajaran ji 1 mîlyon mirovî dibuhure:

  1. Moskowa (paytextê Federasyona Rûsyayê) - 11 612 943 mirov;
  2. Sankt Petersburg (berê, Leningrad) - 4 953 219 mirov;
  3. Novosîbîrsk – 1 498 921 mirov;
  4. Yêkaterînbûrg (berê Sverdlovsk) - 1 377 738 mirov;
  5. Nîjnî Novgorod (berê Gorkî) - 1 254 592 mirov);
  6. Samara — 1 169 184 mirov;
  7. Kazan — 1 161 308 mirov;
  8. Omsk — 1 156 583 mirov;
  9. Çêlabînsk — 1 143 458 mirov;
  10. Rostov-na-Donû — 1 096 448 mirov;
  11. Ûfa — 1 072 291 mirov;
  12. Volgograd (berê Stalîngrad) — 1 018 739 mirov;
  13. Perm — 1 000 672 mirov.

Dem/Saet[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Demên/Saetên li Rûsyayê UTC+2 û UTC+3 û UTC+4 û UTC+5 û UTC+6 û UTC+7 û UTC+8 û UTC+9 û UTC+10 UTC+11 UTC+12 her kantonek bi demekiye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Kurdên Rûsyayê û Sovêtê berê wisa dibêjin

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]