Alan Dilpak

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Alan Dilpak zimannas û nivîskarê kurd e.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dilpak ji herema Gurgumê ji gundekî bajarê Albistanê ye. Malbata wî kurd û elewî ye. Ew zarokê 6em yê dawî û lawêk bi tenê ye. Li gor gotina bavê wî, dema ku ew hatibû dinyayê, wan ew wek zarokekî bi temena yeksalî dabûn tomar kirin. Lê li gor gotina dayîka vî jî; dema ku Alan Dilpak hatibû dinyayê çîçek li daran diketin û apê wî yê Elî ji leşkerê hatibû. Ji bo vê yekê Alan Dilpak nizane, ku ew kingê ji dayîka xwe bûye. Ew dibê, ku emrê wî nezikî 50 salan e.

Ji bo ku Alan Dilpak here dibistanê malbata wî bi wî re gund bi gund û bajer bi bajer bû koçber.

Ji zilm û destzoriya cûnte ya leşkerî ya tirk di sala 1972an de, du sal zindan jî ketin para Alan Dilpak. Pişt rê wî zanîngeha Hacettepe li Ankara qedand û bi hatine cûnteyeke nû, di sala 1980î de, ew derket dervayî welat.

Alan Dilpak ji sala 1981ê vir ve li Almanyayê wek mamostekî zimanê almanî ji bo ciwanên biyanî dixebite.

Alan Dilpak dixweze bi xebat û berhemên xwe yên ji bo perwerdehîkirina zarokên kurd ya zimanî, dijî komkujiya çendî li ser kurdên derkeve û li ser hildan.

Alan Dilpak zewicî ye û bavê keç û lawekî ye.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Pirtûkê ABC bi Wêneyan 1 - 1998, Almanya
  • Pirtûkê ABC bi Wêneyan 2 - 1998, Almanya
  • Pirtûkê ABC bi Wêneyan 3 - 1998, Almanya
  • Xwendin Ronahî ye 1, 1998, Almanya (du çap, Istanbul 1998, Almianiya 1998)
  • Binêre, Binivîsîne, Birengîne - 1998, Almanya (du çap, Istanbul 1998, Almianiya 1998)
  • Gencîneya Peyvan 1 : Tebayên Kedî, Tebayên Kovî, Tebayên Dirinde - 1998, Almanya
  • Gencîneya Peyvan 2 : Tebayên Avî, Tebayên Binavî, Kurm û Kêz, Çûçik û Balinde - 1998, Almanya
  • Gencîneya Peyvan 3 : Mêwe û Sebze - 1999, Almanya
  • Gencîneya Peyvan 4 : Endamên Bedenê - 2000, Almanya
  • Xewna Shîlanê (Kurteçîrok) - 2000, Almanya
  • Kurmê Çavbirçî (Kurteçîrok) - 2000, Almanya
  • Beqokê Dilawêr Zoto 1 (Kurteçîrok) (resh/spî) - 2000, Almanya
  • Beqokê Dilawêr Zoto 2 (Kurteçîrok) (rengîn)- 2000, Almanya
  • Zimanê mine taybetî 1 û Kasetek - 1998, Holenda
  • Zimanê minê taybetî 2 û Kasetek - 2000, Holenda
  • Pirtûka Hîndariyan (Zimanê minê taybetî 2) - 2000, Holenda
  • Zimanê minê taybetî 3 - 2000, Holenda

Bi Younus Bahram[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Shêr, mih û gur - 2000, Almanya
  • Ker û heft gur - 2000, Almanya
  • Roviyê terîqut - 2000, Almanya
  • Shêr û rovî - 2000, Almanya
  • Çûk û pîre - 2000, Almanya
  • Rovî û zembîl - 2000, Almanya

Bi Mustefa Reshîd[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Çîroka Bizê - 2000, Almanya

Bi Lerzan Jandîl[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Pirtûkê Wênan bi ABC 1 - 1998, Almanya
  • Pirtûkê Wênan bi ABC 2 - 1998, Almanya
  • Wendene Roshtî ya - 1998, Almanya
  • Niyade, Binivisne, Birengne - 1998, Almanya

Bi Aydin Bingöl (kirmanckî)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Shanika beqê ceresunî BOZO 1 (bêreng) - 2000, Almanya
  • Shanika beqê ceresunî BOZO 2 (rengin) - 2000, Almanya
  • Hewnê Shîlane - 2000, Almanya
  • Xezneya Çekûyan 1 - 2000, Almanya
  • Xezneya Çekûyan 2 - 2000, Almanya
  • Xezneya Çekûyan 3 - 2000, Almanya
  • Xezneya Çekûyan 4 - 2000, Almanya
  • Shanika Bize Kole - 2000, Almanya

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]