Kurd
| Kurd | |||||||||||||||||||||||||
|
|||||||||||||||||||||||||
| Gelhe (kom) | |||||||||||||||||||||||||
|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
| 30-38 milyon [1][2][3] | |||||||||||||||||||||||||
| Gelhe li gor herêman | |||||||||||||||||||||||||
| |
14-19,5 milyon | ||||||||||||||||||||||||
| |
5-8 milyon | ||||||||||||||||||||||||
| |
4,5-7 milyon | ||||||||||||||||||||||||
| |
1,4-2 milyon | ||||||||||||||||||||||||
| |
150.000 | ||||||||||||||||||||||||
| |
200.000 | ||||||||||||||||||||||||
| |
50.000 | ||||||||||||||||||||||||
| |
40.000 | ||||||||||||||||||||||||
| |
50.000 | ||||||||||||||||||||||||
| |
800.000 [4] | ||||||||||||||||||||||||
| |
150.000 [4] | ||||||||||||||||||||||||
| |
100.000 [4] | ||||||||||||||||||||||||
| |
100.000 [4] | ||||||||||||||||||||||||
| |
80.000 [4] | ||||||||||||||||||||||||
| |
70.000 [4] | ||||||||||||||||||||||||
| |
60.000 [4] | ||||||||||||||||||||||||
| |
25.000 [4] | ||||||||||||||||||||||||
| |
15.000 [4] | ||||||||||||||||||||||||
| |
10.000 [4] | ||||||||||||||||||||||||
| |
5.000 [4] | ||||||||||||||||||||||||
| |
4.000 [4] | ||||||||||||||||||||||||
| |
3.000 [4] | ||||||||||||||||||||||||
| |
40.000 | ||||||||||||||||||||||||
| |
6.000 | ||||||||||||||||||||||||
| Ziman û ol | |||||||||||||||||||||||||
| Ziman | Kurdî (kurmancî, soranî, kelhurî, zazakî, goranî, hewramî) | ||||||||||||||||||||||||
| Ol | Îslam (sunîtî, şiîtî, elewîtî), êzîdîtî, zerdeştîtî, cihûtî, xiristiyanî, bêbawerî. | ||||||||||||||||||||||||
Kurd neteweyeke kevnar a Rojhilata Navîn e ku piraniya wan li axa Kurdistanê dijîn û roja îro dewleta wan a serbixwe tune ye. Piştî hilweşandina Împeratoriya Osmanî gelê kurd ji hêla dewletên nû wekî Tirkiye, Sûrî û Îraqê û welatê Îranê ve hatiye parvekirin û hikûmet û rejîmên van dewletan hebûna kurd, ziman û çanda kurdan înkar dikirin û dixwast kurdan asîmîle bikin. Hejmara kurdan a îro ne aşkera ye, lê belê li gor hin çavkaniyan li dor 30-40 milyonan e[1][2][3].
Ji bilî herçar dewletên navborî, kurd li Qefqazê (Ermenistan, Gurcistan û Azerbaycan), Rûsya, Tirkmenistan, Qazaxistan, Ûzbekistan, Ewropa, Amerîka û li gelek dewletên din ên Rojhilata Navîn (Îsrael, Lubnan û hwd) jî dijîn. Li derveyî welêt diyasporayeke mezin a kurdan heye.
Naverok |
Ziman
-
Gotara bingehîn: Zimanê kurdî
Zimanê piraniya kurdan kurdî ye. Kurdî ji şêwezarên sereke yên kurmancî, soranî, kelhurî, zazakî, goranî, hewramî pêk tê. Roja îro kurd xwedî alavên ragihandinê ye, bi taybetî li herêma Kurdistana Îraqa Federal; televîzyon, radyo, înternet, pirtûk, rojname û kovarên kurdî gelek hene. Li Başûrê Kurdistanê jî kurdî bûye zimanê dibistanan.
Dîrok
Kurd neteweyeke kevnare ye. Li gorî hin pispor û dîrokzanan, kurd bi Med û mediyan ve girêdayî ne, lê bi temamî ne aşkera ye. Ji mêj ve xwedî xet, nivîsandin û çandê bûne û mil bi milê neteweyên din ji bo pêşxistina çand û zanista xwe pêngav avêtine. Lê, piraniya cih û warên wî yên dîrokî ji ber derbasbûna demê û guherînên li cîhanê nemaze piştî îslamiyetê bandora ereban û dûgelên wan ji holê rabûne û têk çûne. Ev nivîs û nivîskarên ku mane jî girîngtirîn belge ne ji bo pêşandana şanî û dirûvê çanda netewe û welatparêzên kurd.
Hermîpos
Hermîpos ku di sedsala sêyem a berî zayînê de jiyaye û hevçerxê hexamenişiyan e dibêje: "Pirtûkeke îraniyan heye ku navê wê Avesta ye û bi zimanê medî hatiye nivîsîn."[çavkanî pêwîst e]
Li gorî dîroknasê yewnanî Heredotos
Heredotos dîroknasê bi nav û deng ê yewnanî di Dîroka xwe de nivîsiye: "Diyako damezirînerê rêzepaşayetiya Medî berî dadpirsînê, şikala (hizirname) xwendiye."[çavkanî pêwîst e] Kteziyasê yewnanî ku bijîşkê qesra Erdeşîrê babek bûye, di pirtûkek mêjûyî de nivîsiye û tê de behsa rojnameyên qes û derbarên şahan de dike.
Ev yek ji me re vê ronî dike ku di wê serdemê de jî bûyerên wê demê di rojnameyên der barî û yên girêdayî qesrê de hatine tomarkirin. Ksenofonê yewnanî jî di pirtûka xwe ya bi navê "Perwerdekirina Kûriş" de behs û dabaşa hebûna dibistan , xwendin û perwerdehiyê ya li Îranê dike. Her wiha Eflatûnê zana, Plotarîkê mêjûnûs û çend mêjûnûsên din jî der heqê vê yekê de gelek tişt nivîsîne.
Ew beşa "Tewratê" ku bi zimanê hexamenişînî hatiye nivîsîn, dabaş û behsa yasa, xwendin, nivîsîn û çanda medan dike. li gorî van belgeyan derdikeve holê ku li Kurdistanê nivîsîn, xwendin, sikala, rojname, şaristaniyet, dadgeh û dadpirsîn hebûye. Her wiha neteweya kurd xwediyê desthilatî, wêje, zanyarî û çandê bûye. Û her wisa bûye sermeşqa pêşketin, çand û hunerê, ji hemû neteweyên ku cîhan pêk anîne.
Her wisa piraniya cih û warên pêşiyên me, ji ber sedema derbasbûna demê têk çûne. Ligel wê jî lat û textê kevirên Bêstûn, Serpêla Zehaw, textê Silêman û şûn û warên din ên ku li Kurdistanê mane, girîngtirîn belgen e ji bo nîşandana jiyan û şaristaniyeta neteweya kurdan.
Bingeh û rehên kurdan
Kurd neteweyeke îranî ne û dîroka wan diçe sê hezar sal berî zayînê. Li gorî belgeyên dîrokî yên ku di destên me de hene; kurd li quntara çiyayên Zagrosê bi navên "Gûtî", "Lolo", "Kasî", "Mîtanî", "Sobar", "Nayrî", "Manayî", "Kurdok" û "Xaldî" û bi piranî di koçberiyê de jiyane. Paşê di salên 700 heta 550'yê berî zayînê de dewleteke bi hêz a bi navê Med damezirandine.
Sazkirina dewletên Med û Hexamenişiyan
Li gorî hin ji dîroknasan, ariyayî di hezareya sêyem a berî zayînê de li başûrê Rûsyayê bi ser bakurê Qefqaz û Deryaya Reş re koçbernî rojavayê Asyayê bûne. Li wir jî ew bûna du beş. Beşek ji wan çûye Ewrûpayê û netewey; ên Ewropayî yên niha paşmaya wê beşê ne. Beşa din jî çûye Rojavaya Navîn û bi maweyeke hezar salî li wir mane. Paşê jî berê xwe dane bakurê Îranê. Piştî demekê ew beş jî bi xwe bû du deste. Desteyek çû Hindê û li Pencabê bi cih bû. Gelê Hindistanê paşmaya wê desteyê ye. Desteya din jî li Îranê belav bû. Wan bi navê "îranî" deng veda. Ew desteya ku li Îranê niştecih bûn û wekî "pars" deng dan. Yên din jî ku her bi awayekî koçber jiyan û li ser çiyayên Zagros û Ararat belav bûn jî, dewleteke bi navê Med damezirandin. Faris jî pêş ketin û wan jî dewleteke bi navê Hexamenişîn pêk anîn û wan Dewleta Medya di sala 550'yê berî zayînê de têk birin û pûç kirin. Vêca koka farisan diçe ser hexamenişiyan û ya kurdan jî diçe ser medan.
Çand û huner
Wêjeya kurdî
-
Gotara bingehîn: Wêjeya kurdî
Pêjgeha kurd
-
Gotara bingehîn: Pêjgeha kurd
Muzîka kurdî
-
Gotara bingehîn: Muzîka kurdî
Civak û jiyana kurdan
Kurdistan ji ber ku cihekî çiyayî ye, daristanên wê pir in û heta ku dilê mirov bixwaze tavgeh, çem û rûbarên wê jî hene. Ligel van jî ji bo çandiniyê jî gelekî bikêr e. Ev gişt bûne sedema vê yekê ku kurd berê xwe bidin çandinî û ajeldariyê (sewaldariyê) û debara xwe bi vê yekê bikin.
Ya ku diyar e, ji ber ajeldariyê jiyaneke neteweya kurdan a koçber hebûye û her tim çûne zozanan. Jiyana wan li ser pişta çarsiman bûye û li ku cihekî xweş dîtine li wir danîne û maweyekê li wir mane. Ji sewalên xwe havilên qenc girtine û ji hiriya wan ji xwe re cil û ber, kepenek, gore û hwd çêkirine.
Ji şîrê wan ji xwe re penîr, mas, rûn û hwd girtine. Her karê ku ji destê wan hatiye kirine û hêdî hêdî berhemên xwe ji bo nifşên piştî xwe bi cih hêlane.
Ji bo ku jiyaneke neteweya kurdan a ajeldarî hebûye, diyar e ku di destpêkê de li çiyayan jiyaye.
Ji bo xwedîkirina sewalên xwe li rastî gelek kend û kospan hatiye û ji bo parastina sewalên xwe canê xwe avêtiye xetereyê. Li dijî dijmin, neyar û ajalan şer kiriye. Ji ber van sedeman kurd di pile û payeya yekem de netirs (bi xêret), wêrek û dilêr bûye. Her wisa şerker e û di tu şert û mercan de natirse.
Piştî ku gelê kurd li deşt û çiyayan bi vî rengî jiyaye, hêdî hêdî li hin cihan stiriye ûniştecih bûye. ligel çandiniyê sewalvanî jî kiriye. Lewre mijûlî avedaniyê bûye û ligel vê yekê jî fêrî xet û nivîsînê bûye.
Hêdî hêdî mil bi milê neteweyên din ên ariyayî ji bo pêşxistina çand û wêjeya xwe hewl daye û têkoşiyaye û kemiliye.
Major Soane (Ely Bannister Soane) ku yek ji rojhilatnasan e, di geştnameya xwe de dibêje: "Kurd zor camêr, wêrek û netirs in, pir ji nêçîr û yariyan hez dikin. Ew dixwazin li deşt û çiyan bijîn. Ji bindestî û koletiyê hez nakin û jê aciz in. Gotina wan yek e. Gelekî cesûr û jêrek in. Zû fêrî ziman, kar û pîşeyan dibin. Gelekî jiax û niştimana xwe hez dikin û xwe li serî didin kuştin. Kurd gelekî bexşende, dilovan, dilêr, camêr, lêbor, mêvandar û mêvanperwer in. dinav kurdan de jin xwedî payeyeke berz in û zilamê kurdan gelekî rêz û hurmetê dide jiyana xwe. Di pêkanîna karekî de jê dipirse,. Jin jî mil bi milê zilaman dixebitin. di cotkirin, ajeldarî, maldarî, zarokxwedîkirin û xermanê de mil bi milê zilamê xwe dixebite. Jina kurd gelek bi namûs û damenpak e ku dawa wê pîs bibe jî wê dikujin. Keç bi dilê xwe dizewice. Dildarî reşbelek (cergûbez: di govendê de destênhevgirtina jin û mêran) di nava kurdan de bi nav û deng e û hemû ji şahî, dawet û govendê hez dikin. Ew vê yekê nîşan didin ku kurd diltêr, rûxweş, bi hiş, zana û wêrek in."[çavkanî pêwîst e]
Neteweya kurdan di her serdemê de li ser ayîn û baweriyekê bûne. Wekî hemû neteweyên din ên ariyayî di şefeqa dîrokê de baweriya kurdan jî bi Xwedê hebûye û ew perestine. Her wiha bi perestina heyv, roj, stêrk, agir, av, ba, birûsk û tiştên bi vî rengî mijûl kirine. Wan di destpêkê de laşên miriyên xwe binax nekirine. Wan laşên miriyên xwe danîne ser latekî lûtkeyan da ku laşxwir wan bixwin. Bi vî awayî wan xwestiye ku dîsa bikevin nava laşê giyaneweran. Lê paşê ev rêbaz ji holê rakirine û laşê miriyên xwe pêçane û li çiyayan di bin axê de veşartine.
Kurd û zerdeştîtî
-
Gotara bingehîn: Zerdeştîtî
Paşê ji malbata Espîtmanî ya Medyayê kesekî bi navê Zerdeşt peyda bûye û bangî gel kiriye ku Xwedayê tek û teniya biparêzin û baweriyê pê bînin. Gel jî bawerî bi wî aniye û ayîna wî qebûl kiriye. Rêz û rêçikên wî bi kar anîne.
Kurd û ayînên birahîmî
Kurd û îslam
-
Gotara bingehîn: Îslam
Piştî ku ola îslamê li Kurdistanê belav bû piraniya neteweya kurdan bawerî pê anî û bûne misilman.
Şûn û warê kurdan
-
Gotara bingehîn: Kurdistan
Ew şûn û warê ku kurd lê dijîn jê re dibêjin Kurdistan. Di pirtûka Dairetûl Mearifail Îslamî[çavkanî pêwîst e] de tê gotin ku Kurdistan parçe-erdekî biçûk e ku ketiye başûrê Rojhilat. Ew ji Loristanê dest pê dike heta meletî dirêj dibe û diçe bakurê Rojava. Dr. Mihemed Muîn dibêje: "Kurdistan parçe-erdek e ku ketiye Asyaya Rojava û di navbera dewletên Îran, Iraq, Tirkiye, Sûriye û Rûsyayê de hatiye parçekirin. Çiqas ku dilê te bixwaze dewlemend e. Xezîneyên wekî av, petrol, sifir (mis), hesin, cîwe (ciwa) zêde tê de heye. Gotina Kurdistan di zimanê selçûqiyan de bi nav û deng bûye. "Hemdulah Mestûfî' ev bajar wekî bajarên Kurdistanê bi êv kirine: Alanî, Elîşter, Behar, Xeftiyan, Derbendî Tacxatûn, Derbendî Zengî, Dibîl, Dînewer, Sultan Avay, Şarezûr, Kengwer, Qirmîsîn, Kirind û Xoşan, Maydeşt, Hersîn û Westam."[çavkanî pêwîst e]
Niştecihên kurd li parêzgehên Kurdistanê (1985)
| Parêzgeh | Kurd (% ji niştecihan) |
|---|---|
| Silêmanî | 98% |
| Hewlêr | 86% |
| Îlam | 85% |
| Kurdistan | 85% |
| Hekarî | 84% |
| Kirmaşan | 83% |
| Luristan | 78% |
| Sêrt | 78% |
| Dihok | 76% |
| Bidlîs | 75% |
| Mêrdîn | 71% |
| Diyarbekir | 71% |
| Wan | 71% |
| Riha | 48% |
| Kerkûk | 38% |
| Erzîrom | 13% |
| Mûsil | 13% |
Çavkanî: Prof. Ebdulla Xefur (1996). Cugrafyay Kurdistan. APEC, Swêd.
Binêre
Çavkanî
Bîbliyografî
- Sidîq Borekeyî (Sefîzade), Mêjûyî Wêjeyî Kurdî, Tebrîz, 1951.
- Martin van Bruinessen, Agha, Shaikh and State, London, 1992.
- Cegerxwîn, Dîroka Kurdistanê, cild 1, Stockholm, 1985.
- Prof. Katrak, Zimanê Zerdeşt. Tehran, 1966.
- Chris Kutschera, Le mouvement national kurde, Paris, 1979.
- Davis McDowall, A Modern History of the Kurds, London-New York, 1996.
- Vladimir Minorsky, Kürtler, Koral Yayınları, Stenbol, 1992.
- Basil Nikitin, Les Kurdes: Étude sociologique et historique, Parîs, 1956. (Wergera tirkî: Kürtler. Weşanên Deng, Stenbol 1991).
- Baba Merdûx Rûhanî, Tarîxê Meşahîrê Kurd, Tehran, 1952.
- Elaedîn Secadî, Mêjûyî Edebî Kurd, Bexda, 1056.
- Etem Xemgîn, Dîroka Kurdistanê, cild 1, Koln, 1992.
- Mihemed Emîn Zekî, Kurd û Kurdistanê, Bexda, 1931.
- Mihemed Emîn Zekî, Dîroka Kurdistanê, Beybûn, Ankara 1992.
Girêdanên derve
|
||||||||