Alfabeya Fonetîk a Navneteweyî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Alfabeya Fonetîk a Navneteweyî

Alfabeya Fonetîk a Navneteweyî (bi îngilîzî: International Phonetic Alphabet, IPA) alfabeya standard - sîstema nîşanan e ku bi armanca nivîsandina transkrîpsiyonê hatiye amadekirin. AFN li ser bingeha alfabeya latînî hatiye sazkirin. Alfabe hatiye pêşxistin daku bi rêya kodkirina dengan zimanên cîhanê rast bên bilêvkirin. Ev sîstem herî zêde di zimannasî û amadekirina ferhengan da tê bikaranîn. Di AFN de her dengek bi herfekî tê diyarkirin. Dengên ku di nav de xişinî, dengê diranan, niçinî, dirêjkirin û kurtkirina dengan û hwd., bi sembolên taybet ve li ser herfan tên zêdekirin. Ji bilî herfên latînî hin herf ji alfabeyêncuda hatine hildan û veguherrandin.

Alfabeya Fonetîk a Navneteweyî ji aliyê Yekîtiya Fonetîk a Navnetewî ve hatiye amadekirin. Dem bi dem YFN hin sembol li alfabeyê zêde dike, kêm dike, vediguherre. Li gor rewşa sala 2008'an di AFN de 107 herf, 52 nîşanên diyakrîtîk û 4 cure derbik hene.

Dîrok[biguherîne]

Di sala 1886'an komeke mamosteyên ziman ên Fransa û Brîtanyayê bi pêşengiya zimanzanê fransizî Pol Pasî (Paul Passy) rêxistineke ku di sala 1897'an de wek Yekîtiya fonetîk a navnetewî (bi fransî: 'l’Association phonétique internationale')[1] hat naskirin, ava kirin. Destpêkê alfabe li ser bingeha reforma rastnivîsiya zimanê îngilîzî hatibû çêkirin, ku wek Alfabeya romî dihat naskirin, lê piştre ji bo ku alfabe kêrî zimanên din jî were naveroka sembolan li gorî taybetmendiya zimanan dihat guhertin[2]. Mînak, dengê [ʃ] (ş) di zimanê îngilîzî de bi herfa «c» dihat nivîsandin, lê di zimanê fransizî de bi herfa «x»[1]. Lê belê di sala 1988'an de alfabe gîhandin standartekî daku dengên mîna hev ên zimanên curbecur bi heman herfên AFN'ê ve bên nivîsandin[1][3].

Ji roja sazkirinê heta niha AFN di gelek guhertinan re derbas bû. Piştî guhertinên tomarî ên di salên 1900'î û 1932'yan de AFN heta Kongreya Kielê ya ku di sala 1989'an de derbas bû, bê guhertin ma. Di sala 1993'yan de sererastkirinên biçûk hatin çêkirin - 4 dengdêrên rêza navîn ên bidengkirina navendî[4] li ser hatin zêdekirin û sembolên dengdarên bêdeng ên teqîner hatin rakirin[5]. Guhertina herî dawî di sala 2005'an de hat çêkirin — sembola dengdarê lêv-diranî yê yekderbik li AFN hat zêdekirin[6].

Taybetmendî[biguherîne]

Prensîba AFN a ereke ji her dengekî re sembolekê çêbike[7]. Ango ji bo nîşankirina dengekî ew şêwaza bihevdukirina du an sê herfan bi kar nayne[note 1] an jî herfek ji bo nîşankirina du dengan (wek «x» ji bo [ks] an [gz]). Eger tu zimanekî cîhanê yê ku tê zanîn di navbera du dengên nêzîkî hev, lê naşibin hev de firqiyê naxe navberê, AFN herfeke taybet ji wan dengan re çênake. Mînak, di zimanê kurdî de herfên "p" di gotinên "pîr" (jina bi temenê mezin) û "pîr" (asta ruhaniyê) de wek hev nayên bilêvkirin, û li gorî bilêvkirinê wateya gotinê diguherînin, ji ber vê yekê AFN ji bo dengê "p" ê di gotina "pîr" (jina bi temenê mezin) nîşana [p] diyar dike, ji bo "p" ê di gotina "pîr" (asta ruhaniyê) nîşana [pʰ] diyar dike. Bi gotinên din, ev taybetmendiya dide xuyakirin ku AFN alfabeyeke fonematîk e, ne fonetîk e.

Di AFN de 107 herf dengdar û dengdêran destnîşan dikin, 31 — nîşanên diyakrîtîk bilêvkirina herfan zelaltir dikin, û herwiha 19 nîşanên ku taybetmendiyên wek dirêjbûn, ton, derbik û întonasyon diyar dikin hene.

Girêdanên derve[biguherîne]

Dosyeyên Deng[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

  1. a b c International Phonetic Association. Handbook. P. 194—196
  2. «Originally, the aim was to make available a set of phonetic symbols which would be given different articulatory values, if necessary, in different languages» // International Phonetic Association. Handbook. P. 195—196
  3. Passy, Paul (1888). "Our revised alphabet". The Phonetic Teacher: 57–60. 
  4. MacMahon, Michael K. C. (1996). "Phonetic Notation". In P. T. Daniels and W. Bright (eds.). The World's Writing Systems. New York: Oxford University Press. pp. 821–846. ISBN 0-19-507993-0. 
  5. Pullum and Ladusaw. Phonetic Symbol Guide. P. 152, 209
  6. Nicolaidis, Katerina (September 2005). "Approval of New IPA Sound: The Labiodental Flap". International Phonetic Association. Archived from the original on 2011-08-25. Retrieved 2006-09-17. 
  7. «From its earliest days…the International Phonetic Association has aimed to provide ‘a separate sign for each distinctive sound; that is, for each sound which, being used instead of another, in the same language, can change the meaning of a word’» // International Phonetic Association. Handbook. P. 27
Nîşe
  1. Di zimanê îngilîzî de carinan ji bo nîşankirina dengekî du herf tên bikaranîn, mînak sh û th ji bo dengên AFN [ʃ] û [θ]/[ð].