Alfabe

Ji Wîkîpediya

Alfabe koma sembolên standart (tîp) yên di zimanekî de ji bo nivîsandinê tên kar anîn ne. Peyva alfabe ji zimanê Grekên Berê tê. Alfabe ji navên herdu tîpên Grek yên pêşin, Alfa (Alpha) û Beta, çêbûye. Paşê jî ereban alfabeya xwe çêkirin û navên wan tîpên siftê Elif û Be bûn. Wê loma şûna Alfabe, berê digotin Elifba.

Di alfabeyê da, pir hindik, her dengek bi sembolekê tê nivîsandin. Di dîrokê re û heta niha hin systemên din, mina logographies (logografî) û syllabaries (sîlabarî) jî ji bo nivîsandinê hatin bi kar anîn. Alfabe ji wan sisteman yek e. Gorî bi kar anînê dengdêrên zimên alfabe di sê koman da topdibin.

  • Alfabeya-rastî: Dengdêr mina dengdaran tên nîvisandin. (mn. Kurdî)
  • Abûgîda: Dengdêr ji guhartinên dengdaran çêdibin. (mn. Hîndî)
  • Ebced: Dengdêr bi tenî xwe tunene. (mn. Erebî)

Li cîhanê gelek cureyên alfabeyên mîna Alfabeya Latînî, Alfabeya Erebî, Alfabeya Kîrîl (sîrîlîk), Alfabeya Çînî, Alfabeya Japonî û hwd hene.

Ji bo Alfabeyên ku Kurd bi kar tînin binihêre: Alfabeyên Kurdî