Allel

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Allel li ser kromozomên lêkçû de li hemberî hev cîh digirin.

Allel, (bi înglîzî: allele) yek ji du an jî zêdetirê genên cîgir (alternatîv) e li ser kromozomên homolog, di xalek diyarkirî (lokus) de cih digire. Herwisa hin caran ji dewsa allel, peyva allelomorf jî tê bikaranîn.[1]

Bi kurtasî, şêweyên cuda yên genek (bohêl) diyarkirî wekî allel tên navkirin.[2]

Cudahiyên di navbera endamên zîndewerên heman corê, wekî çeşîddarî (bi înglîzî: variation) tê navkirin. Çeşîddariya bomaweyî ji ber hebûna allelen cuda peyda dibe.[3]Guhertoyên (varyant) genên alternatîv, ango allel, çeşîddariya şeweyê sîfetê ango çeşîddariya rûxsarê zêde dikin.[4]

Di sîfetên dureg de rêza zincîra ADNya her allelek ji hev piçek cuda ye.[5] Di xaneyên dîploîdî de her gen du allel lixwe digire, her allelek li ser kromozomê homolog de di xalên taybet (lokûs) ên li hemberî hev de cih digire.[6]

Allel bi şêweyê cot kar dikin lê dibe ku zêdetirê du allelan jî bandorê li çêbûna rûxsarebabeta (fenotîp) sîfetek diyarkirî bikin. Allela ko xwe di rûxsarebabeta zîndewerê de nîşan dide û çêbûna rûxsarebabeta allela din a heman genê asteng dike, wekî allela zal (bi înglîzî: dominant allele) tê navkirin.

Allela ko li hember allela zal, di rûxsarebabetê de xuya nabe û veşartî dimîne, wekî allela bezîv (bi înglîzî: recessive allele) tê navkirin. Heke herdu allelên heman genê jî bezîw bin, vê gavê allelê bezîw, xwe di rûxsarebabeta zîndewerê de nîşan dide.[5]

Heke herdu allelên genekî wekhev bin, ango rêza ADNya wan heman bin, ji bo vê sîfetê, zîndewer wekî yekreg (bi înglîzî: homozygous) tê navkirin. Heke herdu allel ji hev cuda bin, zîndewer ji bo vê sîfetê wekî dureg (bi înglîzî: heterozygous) tê navkirin.

Li gor bomaweyiya Mendelî, yek ji herdu allelan dibe allelê zal û di rûxsara zîndewerê de xwe nîşan dide. Allela din bezîw e û di rûxsara zîndewerê de xuya nabe.[5]

Allel li ser kromozomê de bi tîpan tên nîşankirin. Wekî mînak, ji bo sîfetê rengê kûlîlka polkeyê du allel hene, allelek zanyariyên ji bo rengê mor lixwe digire, allela din zanyariyên ji bo rengê spî hildigire. Heke allel zal be bi tîpa girdek(bi înglîzî: uppercase) tê nîşankirin, allelê bezîw jî bi heman tîpê lê bi tîpa hûrdek (bi înglîzî: lowercase) tê nîşankirin. Ji ber ko di kûlîlka riweka polkeyê de rengê mor li ser rengê spî zal e, allelên rengê kûlîlka polkeya dureg wekî Pp tên nîşankirin ( P = purple ). Li gor vê rewşê kûlîlkên bi rengê mor yekreg an jî dureg in, allelên PP an jî allelên Pp lixwe digirin. Kûlîlkên bi rengê spî yekreg in û allelên pp lixwe digirin. Heke zîndewer ji bo sîfetek diyarkirî yekreg be, hemû gametên (sperm an jî hêk) zîndewerê ji bo wê sîfetê, yek cor allel lixwe digire. Heke zîndewer xwediyê sîfetek dureg be, vê gavê zîndewer du cor allel lixwe digire û egera gametek a bi yek ji wan allelan %50 ye.[3]

Mendel bi taqîyên ser riweka polkeyê hin zanyariyên derbarê allelan de bi dest xist. Mendel ji encama taqiyên xwe diyar kir ko;

1. Ji bo her sîfetek du allel heye

2. Allel di hemû nifşên nû de yekgirtiya xwe diparêzin, beyî ko têkilê hev bibin, ji bavan diguhazin bo weçeyan.[7]

3. Di hebûna allela zal de, allela bezîw veşartî dimîne û di rûxsarebabeta zîndewerê de xuya nabe.Ji vê rewşê re tê gotin zalbûna tevav.[8]

Piştî Mendel, zanyar zêdetir lêkolînên bomaweyî li ser riwek û ajalên din kirin û nîşankirin ko allel xwediyê hê zêdetir taybetmendiyan in.[7]Di be ko di navbera cota allelên ser kromozomên homolog de ji bilî zalbûna tevav bi çendan rêyên din jî têkilî çê bibe.

Zanyariyên bomaweyî ya mirov ji ya polkeyên Mendel aloztir e. Hinek rûxsarebabetên mirov ji allelê zal peyda dibin. Lê pirraniya allelên mirov li gor rêbaza zalbûn û bezîwbûnê bandor li hev nakin.[9] Zalbûna netevav, hevzalbûn û fire allelî hin zanyariyên derbarê allelan in ko piştî Mendel hatin keşfkirin. Ev beşa bomaweyiyê, wekî bomaweyiya neMendelî tê navkirin.

Zalbûna netemam

 Gotara bingehîn: Zalbûna netemam

Heke di navbera allelên dureg ên genek diyarkirî de têkiliya zalbûn û bezîwbûn rû nede, ev rewş wekî zalbûna netemam (bi înglîzî: incomplete dominance) tê navkirin. Di zalbûna netevav de rûxsarebabeta weçeyê ji rûxsarebabeta herdu bavanan cuda ye.[10] Wekî mînak heke riweka qerenfîlê ya bi kûlîlkên sor bi qerenfîla kûlîk spî ve were lêkdan rûxsarebabeta hemû weçeyen yekem (F1) bi rengê pembeyî xuya dibe. Rûxsara pembeyî navenciya rengê sor û spî ye.

Hevzalbûn

 Gotara bingehîn: Hevzalbûn

Heke bandora herdu allelan jî li ser rûxsarebabeta weçeyê de xuya bibe, ev rewş wekî hevzalbûn (bi înglîzî: codominance) tê navkirin. Cudahiya hevzalbûnê ji zalbûna netevav ev e ko, rûxsarebabetên herdu bavanan jî di rûxsarebabata weçeyê de xuya dibe.[4] Wekî mînak ji cotbûna gayê reş bi çêleka spî ve, golika belek, ango golika bi pûrtê rengê reş û spî peyda dibe.

Fire allelî

 Gotara bingehîn: Fire allelî

Mendel di xebatên xwe de sîfetên xwediyê du genên cîgir bi kar anîbû. Herçiqas zîndewerek dîploîdî dikare ji bo genekê tenê du alel hilbigire jî, dibe ko di koma heman zîndeweran de ji duduyê zêdetir allel hebe.Heke sîfetek xwediyê sê an jî zêdetir genên cîgir be, ev rewş wekî fire allelî (bi înglîzî: multiple alleles) tê navkirin.[11] Wekî mînak, sîfeta komeleya xwîna mirov ji aliyê sê allelan ve, allelên A,B,O ve tê kontrolkirin. Komeleya xwîna mîrovek ji van sê allelan herî zêde du cor allel lixwe digire.[12]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "allele". Encyclopedia Britannica, 31 Oct. 2021, [1] Accessed 4 January 2023.
  2. ^ Hartl, D. L., & Jones, E. W. (1998). Genetics: Principles and analysis. Sudbury, MA: Jones and Bartlett. ISBN 0-7637-0489-X
  3. ^ a b Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  4. ^ a b Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  5. ^ a b c Rittner, Don, and Timothy Lee McCabe. Encyclopedia Of Biology. Facts On File, 2004.
  6. ^ Alberts, B., Johnson, A., Lewis, J., Morgan, D., Raff, M., Roberts, K., & Walter, P. (2014). Molecular Biology of the Cell (6th ed.). NY: Garland Science.
  7. ^ a b Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  8. ^ Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  9. ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  10. ^ Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  11. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  12. ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.