Anna Falchi

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Anna Falchi
Jidayikbûn22ê nîsana 1972an (52 salî)
Hevwelatî Îtalya
PîşeAktrîs, model
Salên çalak1089–niha
Malperannafalchi.net
biguhêreBelge

Anna Kristiina Palomäki, (jdb. 22ê nîsana 1972an; li Tampere, Fînlenda), aktrîs û modeleke îtalî-fînlendî ye ku bi navê Anna Falchi tê naskirin.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Anna Falchi li bajarê Tampere ya Fînlendayê bi navê Anna Kristiina Palomäki jidayik bûye. Anna, keça bavekî îtalyan Benito (Tito) Falchi û dayikeke fînlendî Kaarina ye. Di sala 1978an de di şeş saliya xwe de tevî malbata xwe koçî Îtalyayê dibe û li Îtalyayê weke model dest bi karê xwe dike. Cara yekem di sala 1992an de di reklamekê de, ji bo bankeke Îtalî derdikeve televîzyonên îtalyayê.[1] Bi alikariya derhêner Paolo Villaggio, dest bi kariyera xwe ya fîlmê kir û di sala 1993an de bi filmê Nel Continente Neroyê (Parzemîna reş) rola xwe ya yekem a fîlmê wergirt.

Fîlmografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Federico Fellini". web.archive.org. 27 îlon 2007. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 27 îlon 2007. Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2021.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)