Antarktîka

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Antarktîka li cîhanê da
Alê Antarktîka

Antarktîka yan jî Antarktîk (bi latînî: Antarctica) yek ji parzemînên dinyayê ye. Li başûrê dinyayê dikeve û parzemîneke bêşêniye, ango ji xeynî zanîst û lêkolîneran kes lê najî. Li başûrê Okyanosya û Afrîkayê dikeve.

Ji vir bi qasî 200 sal berê Charles Wilkes da pejirandin ku Antarktîka ne tenê derya û bûz e, parzemînek e. Rûbera vê parzemînê 14 Milyon km² ye. Rûyê Anktarktîkayê ji bûzê (cemedê) ku stûriya wê ji 2.000´î heya 4.335m ye dagirtiye. Gelek giravên ji bûzê hene û hin ji wan salê 1-3m tevdigerin. 92 % buzê tevahiya dinyayê li Antarktîka ye.

Ev parzemîn a herî sar e. Germahî -20 heya -70C ye. Li perên parzemînê gelek ajal dijîn. Wekî Pengûen, Fok hwd.

Herçendî li Antarktîka niştecih nînin jî koda têlefonê ya Antarktîkayê +672 ye. Herwekî kodê Înternetê da jî .aq ye.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]