Antiochos I

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Antiochus I û Herakles silavan li hevdu dikin, li gorî peykerekê ku li muzeya British Museumê tê dîtin.

Antiochos I, nav bi tunî Antiochos I Theos Dikaios Epiphanes Philorhomaios Philhellen (di 69 de heta 40 b.z. key bû), yek ji keyên keyatiya Elenîka Komegeneyê li Kurdistanê, li başûrê rojhelat Tirkiyeyê demizrandî bû.

Antiochos lawê Mithridates I û dotmîra seleukî Laodice bû. Va zewiciya navbera Laodice û Mithridates de ji aliya Mithridates ji bo aşitiya navbera Komegene û împeratoriya seleukî de dewam kirin bike, hatî bû kirin.

Anthiochus bawera formeke helenî ya olê Zerdeşt dikir. Keyên Komageneyê bawerî hem bi êzidokên yewnan him jî bi yên persan dianîn. Bawera wan panteon(têkel)a êzîdokên pers û yewnan bû.

Antiochus perestgehek li ser çiyayê Nemrûd çêkirî bû. Li ser wir peykerê êzîdokên pers û yewnan hebûn. Ew demeke dirêj bîr bûbû, lê di 1883an de ji aliyê arkeologekî elman ê bi navê Karl Sester hat dîtin.

Bibîne[biguherîne]