Sûrî

Ji Wîkîpediya

الجمهورية العربية السورية
Al-Jumhūriyyah al-'Arabiyyah as-Sūriyyah


(Komara Erebî ya Sûriyê)
Sûrî

Flag of Syria.svg
Ala
Coat of arms of Syria.svg
Mertal
Sirûda netewî:
Homat el-Diyar
LocationSyria.png
Zimanên fermî Erebî
Zimanên nefermî Kurdî, ermenî, sûryanî, turkmenî
Serxwebûn 17 Avrêl 1946 ji Fransayê
Paytext Şam
Serokdewlet Beşar el-Ased
Serokwezîr Muhammad Naji al-Otari
Rûerd 185.180 km²
Gelhe 19.405.000 (2007)
Dirav Pounda sûrî (SYP)
Navçeya demjimêrî (UTC) +2 (EET)
Nîşana înternetê .sy
Koda telefonê 963
City of Damascus pictured from Mt Qasioun.jpg


Bajarê Şamê ji çiyayê Qasyûnê de


Sûrî (bi erebî: سوريا ‎ Sūriyā) an jî Komara Erebî ya Sûriyê (الجمهورية العربية السورية Al-Jumhūriyyah al-'Arabiyyah as-Sūriyyah) welat û dewletek di rojhilata navîn de e. Li wir nêzîkî 18 milyon kes hene. Serbajarê Sûriyê Şam e.

[biguherîne] Gelên Sûriyê

Wekî ku tê zanîn, hêjmara hemwelatiyên Suriyê zêdeyî 19 milyonan ne, % 75-ên van jî ne ereb in. Hêjmarek mezin Kurd in (li gorî sîyaseymedarên kurd yê Sûriyê, sê milyon kurd hene; hinek jî dibêjin ku sê milyon in) her wiha jî hêjmarek pir mezin ji aramî (sûryanî), turkmen, ermenî, druzî û hîn jî hene.

Ev gelan jî di heremên xwe yên esîl de dijîn û di dîrokê de îsbatên hebûna wan hene, lê dewleta Suriyê ya Baasîzm (Nasirîzim), van hemûyan înkar dike û ji bilî ereban tu kesî nasnakê. Yanî dive ku her kes bibe Ereb. Ku tu nebî Ereb jî, wê demê tu bi îxanet û ajantiya împeryalîzmê û Sehyunîzmê ve têy suçdar kirinê.

[biguherîne] Bajar

Bajarên mezin Şam, Haleb û Hims in. Bajarên ku bi piranî kurd in Efrîn, Heseke, Qamişlo, Dêrîk, Kobanî, Serê Kaniyê, Amûdê û Tirbespî ne.

[biguherîne] Rejîma Suriyê

Rejîma Suriyê ya ku di bin destê hişk û reş yê partiya “El-Baas” (ya ku bi înqîlabeke hovane derbasî ser desthilatiyê bû) de ye. Ev bû çiqas salin bi dîktatoriyeke ku nayê wesfkirinê û bi riya girtin, zilm, zor, zext û tirsandin û tehdîd û kuştinan re desthilatdariya xwe ya diktator bi rêve dibe û didomîne. Desthilatiya ku di destê malbata Hafiz el-Ased û çend mirov û xulamên wan yên hov de ye, hemû ecayib û felaket bi serê gel de anîn. Di destpêkê, di sere gelê xwe (Ereb) de û pişt re jî, di sere hemû gel û netewên ku bi darê zorê tevlî dewleta Suriyê kirine anîn.

C:Commons
Di Wikimedia Commons da medîyayên derbarê Sûrî hene.


Asya Dewletên Asya

Afxanistan | Azerbaycan | Bangladeş | Behreyn | Brûneî | Bûtan | Çîn | Endonezya | Erebistana Siyûdî | Ermenistan | Fîlîpîn | Gurcistan | Hindistan | Îran | Îraq | Îsrael | Japan | Kamboçya | Korêya Bakur | Korêya Başûr | Kuwêt | Laos | Libnan | Malezya | Maldîv | Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî | Mongolya | Myanmar | Nepal | Oman | Pakistan | Qeter | Qazaxistan | Qirgizistan | Rûsya | Singapûr | Srî Lanka | Sûrî | Tacîkistan | Tayland | Taywan | Tirkiye | Tîmora rojhilat | Turkmenistan | Urdun | Ûzbêkistan | Viyetnam | Yemen

Zimanên din