Aqît

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Aqît ji fireng an îsotan çêdibe. Li Kurdistanê aqît çêkirin karekî pir giring e. Siftê îsotan çê dikin yanê dendik û tamaran jêdikin û dişon. Aqît ji du cureyên îsotan çêdibe. İsotê dolman û Îsotên tûj (îsotên drûjnik). Ku meriv îstoên tûj çêdikê destên merivan ecîb dişewitin. Wê lomê lepikan an tûrikan dikin dest xwe. Hin jî destî rûn dikin lê dîsa jî destên merivan dişewitin. Ku îsot çê bûn didin makînê goşt û hûr dikin. Gorî kêfî merivan meriv dikane tenê ji îsotan an tenê ji firengan çêke. Meriv dikane pir tûj bike an hindik. Bi giştî, aqîtî îsot û firengan li nav hev dixin. İot û firengên hûrkirî dikin tepsiyên tenik û xayê pê werdikin û didin ber roj. Du sê roj li ber roj dimê. Dixwaze ku meriv êqît yekcaran li hev bixe. Avikê rind dihere û pap li şûnê dimê. Wî dikin kulbikan û vedişêrin. Ku meriv rûnî bera ser bide ew bi hewê ra temas nake kuvk nikane pê bigere.