Argûn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Argûn
Nan tê pijandin

Argûn ji firneyên biçûk re tê gotin. Niha pirranî bi elektrîkê dixebitin û argûnên nûjen bi gelek cureyan in. Argûn navê giştî ye lê îro êdî ji bo argûnên bi elektrîk re dibêjin. Lewra êdî yên berê li gundan kêm mane.

Carnan di bikaranîna argûn, pêxerî, rojing, kuçik, bace, dûkêş, sobe ûêd de tevlîhevî dedikevin.

Cureyên argûnê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Argûna girover
  • Pêxerî yan bixêrî bi dûkêşê ne, ji kuçikên bi dûkêş re dibêjin.
  • Rojing ji sobeyên berê yên li derve di bin tava rojê de bo xwarinan dikatin bikaranîn e.
  • Kuç an kuçik, pirranî ji sê keviran in, bo agirê daran e, teknîka herî kevn û prîmîtîv a aşpêjiyê ye.
  • Soba yan sobe, berê ji axê çêdikirin, wekî tendûrê, niha lajwerdî ne û him bo germbûnê, him jî bo aşpêjiyê ne
  • Bapor
  • Hetûn
  • Xulçik
  • Qozî
  • Agirdank, manqel
  • Tifik
  • Berwesêl, agirê di çalekê de tê vêxistin e, kartol û pîvazan didin ser kozir û pîzolên wê
  • Ocax, argûna bi gaz û neftê dixebite, pirranî mobîl in