Armatûra (muzîk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Armatûrayên cuda yên muzîkê

Armatûra di muzîka Tonal ya klasîkê ewruppî û ya Dêrê (kenîsê bi rengeke rêjeyî, îroroj bêhtir) herweha ya muzîka Rojhilata Navîn de (Meqam), tête bikaranîn. Cîhê wê dikeve pişt Klîtan [-sol, -fa, -do] û berî Mazorê de, yenî di orta klîtan, çi do be, çi fa be, çi sol be û mazorê. Bikaranîna wê tê bi xebitandina Aksîdentekê, yenî bi hilbijartina aksîdentekê, çi Diyêz, çi Bêmol, û ew muzîk, ew perçe dimîne liser wê tona aksîndêntkirî hetanî ku bi dawî tê an jî hetanî ew armatûra bi xwe bête guhertin.

Armatûra, regezê meqamê ji ê muzîkvan re jibo xwendina mêlodiyê asantir dike, yenî bo mînak, gava ku perçeyek li ser Fa-Major be, hewce nake mere di her mazorekê ♭-ek li kêleka Sî deyne jibo ku bibe Sî-Bêmol, ji dêvla vê yekê mereradibe ♭-ek di tona Sî de weke me li jorê gotî (yenî li kêleka kilîtê û mazorê) datîne, û bi wê yekê çi çaxa Sî hat, wê ew Sî bi xwe be bibe Sî-Bêmol. Ji destpêka wê mêlodiyê hetanî dawiya wê, ango hetanî armatûrak nuh hat. Gava ku mere armatûrakê dughere bi alî yeka nuh, mere li şûna wan aksîdentên berê, û li gor hejmara wana Bêkaran (♮) datîne û dûv re aksîdetnên meqameya nuh, yenî gava em di hundirê meqamekî xwedî 4 Diyêzî (♯) de bin, û bixwazin bughêrin bo meqamekî yek Bêmolî (♭) tenê be, emê piştî tona dawî ji ya meqamên bi 4 Diyêzan 4 Bêkaran deynin li şûna wan deynin, dûv re armatûra meqamê nuh, ê ku bi yek bêmol e.

Sîstêma çêkirina armatûrayan[biguherîne]

Sîstêma çêkirina armatûrayan tim pêncgavîn e. Em bibêjin emê ji tona Do, bo nimûne, destpêbikin. 5 gavan ji Do, Sol dide [do>rê>mî>fa>Sol]. Ew pîvanên di meqamê Do de, radeynên di navbera tonan di meqamê Do de (do>rê = gavek, rê>mî = gavek, mî>fa = nîvgav, fa>sol = gavek, sol>la = gavek, la>sî = gavek, sî>do´= nivgav) emê li Sol kin û binêrin bê ka wê çend Diyêzan bi me re xuya bike, gavek, gavek, nîvgav, gavek, gavek, gavek, nîvgav = sol>la, la>sî, sî>do, do>rê, rê>mî, mî>fa♯, fa♯>sol´, vi vê yekê Diyêzek bi me re xuya kir, ew jî ya di navbera Fa û Sol. Bi xwe a Fa ye, ji ber vê yekê emê tona Fa aksîdent bikin. Berdewam. Ji tona Sol 5 gavan, Rê dide, û emê dîsan wan radeyan li Rê jî siwar kin, wê 2 Diyêzan bide me, Fa û Do, emê pêşî Fa bikin Diyêz dûra Do. Ji Rê 5 gavan Mî dide. Mî xwedî 3 Diyêzan e... û herweha.

Jibo Bêmolan, emê 5 gavan vegerin paş. Heger me got emê ji Do, bo nimûne, destpêbikin, 5 Ton ji Do û bi paş de Fa ye [do<sî<la<sol<Fa]. Ew tonên Do, wek berê me gotî, gavek, gavek, nîvgav td. emê li fa bicerribînin, wê Bêmolek tenê bide, ew jî Sî ye. Sî dibe Sî-bêmol. Ji Fa 5 gav bi jêr de Sî-bêmol e. Sî-bêmol xwedî 2 Bêmolan e, Sî-bêmol û Mî-bêmol, ji Sî-bêmol 5 gav bi jêr de Mî-bêmol dide, Mî-bêmol xwedî 3 bêmolan e sî♭, mî♭, la♭, td.

Çi peyjera ku armatûra wê diyêz bin, bêmol bin, dikare major be, dikare mînor be. Bo nimûne gava armatûra peyjerekê jê Fa-♯ bixuye, dikare sol-major e, dikare mî-mînor be jî, hemen tişt bi bêmolan re jî, 4 bêmol dikare fa-mînor be, dikare La-bêmol-major be jî.

Lîsteya armatûran[biguherîne]

Xwendina solfêcê li gorî lîsteyê:

  • Do = C
  • Rê = D
  • Mî = E
  • Fa = F
  • Sol = G
  • La = A
  • [sî♭ = B] sî = H
  • Do´ = C´
  • Do♯ = Cis
  • Do♭ = Ces.
  • Mînor = Moll
  • Major = Dur