Aung San Suu Kyi
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Aung San Suu Kyi (* 19'ê pûşperê 1945 li Rangun (Myanmar)) polîtîkereka navdar a Bûrmayê ye. Sala 1991'î Xelata Nobel a aşitiyê wergirtiye.
Wê li dijî cûntayên Bûrmayê (herwekî Myanmar an Bîrmanya) bi rêbazên aştiyane têkoşiyaye. Sala 1990'î di hilbijartinan de serokwezîrtî bidestxistiye lê leşker nahêlin ew were ser text. Bi xwe keseka Bûdîst e û xwedî hin xelatên din e jî. Bo mînak Xelata Saxarov a ramanê.