Avşara Niagara

Niagara ji Skylon Tower
Para avşarê ya li Kanadayê dikeve
Ji satelîtê

Avşara Niagarayê (îngilîzî: Niagara Falls avşareke mezin li ser çemê Niagara ye. Di tîxûbê parêzgeha New York a DYA'yê û Ontario ya Kanadayê de ye. Navê wê ji zimanê çermesoran e, tê wateya „ava digurmîne, digurmije“.

Ji vê avşarê di hûrdemê de 336.000 m³ av diherike. Ji vir deh hezar sal berê, ji helandina bestelekên (qeşayî) serdema cemedî ava bûye.

Li devedorê wê çend bendavên hilberîna elektrîkê hene ku ji aliyê Nikola Tesla ve hatibûn ava kirin. Bi milyonan geştyar serdana wê dikin, ji bo aboriya herêmê gelek bikêr e. Ava wê xwe vedigerîne, ango li hin cihan şûnve vedigere.

Sala ku miçiqî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

29'ê adarê 1848'ê avşar dimiçiqe, ziwa dibe. Wê demê gelê herêmê xemgîn bûbûn, heya bigire çûbûn dêran bo dirozan (diayan). Hikûmetê jî di wê 30 katjimêrê yê miçiqandinê de bo pêşîlêgirtina pişirana axê hin tedbîr girt.

Niagara ziwa bûye, 1969