Bûyera binderyaya Titanê 2023

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bûyera binderyaya Titanê 2023
  • Noqbûna keştiyê
  • qezaya keştiyê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
41°43′42″Bk 49°56′32″Ra / 41.7283°Bk 49.9422°Ra / 41.7283; -49.9422
DewletKanada, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
  • Avên navneteweyî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hejmara miriyan
  • Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Bûyera binderyaya Titanê, bûyereke windabûna amûra binderyayî ya bi navê Titan e ku di 18ê hezîrana sala 2023an de piştî binavbûne winda dibe û tu pêwendî ji amûrê nayê wergirtin. Amûra jêrderyayî ya Titan ku winda dibe ji hêla pargîdaniya OceanGate ve tê xebitandin. Amûr di avên navneteweyî ya li Okyanûsa Atlantîka Bakur de bi qasî 400 mîlên deryayî (740 km) dûrî peravên Newfoundland a Kanadayê winda bûye.[1] Jêrderya ji bo gera binavî ya ku pênc kes tê de bûn, beşek ji sefera geştiyariyê bû ku ji bo şopandina bermahiyên geştiyar diçûna şûnwarê keştiya Tîtanîk a binavbûyî. Pêwendiya bi Titanê re 1 saet û 45 deqîqeyan piştî binavbûna li qada xerabyên keştiya Tîtanîk a binavbûyî de winda bûye.[2]

Piştî lêgerîneke ku nêzîkî 80 saetan berxwe dide, amûreke binê avê ku ji dûr ve tê koordînekirin li qadek bermahiyan ku perçeyên Titanê tê de hebûn, bi qasî 488 metreyan dûrî xirabeya Tîtanîkê rastî perçeyên enqazê yên amûra jêravî ya Titanê tê. Vedîtin li ser bingeha sonarên nepenîkirî yên Hêza Deryayî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê teqînek li herêmê di roja seferê de ku destnîşan dike ku amûra jêravî Tîtan demek kurt piştî ku dest bi daketina xwe dike teqiya û di encamê de hemî rêwiyên amûrê canê xwe jidest didin.[3][4]

Di demên borî de di derbarê ewlehiya amûra Titanê fikarên ewlehiyê hatibûn kirin. Rêvebirên OceanGate Titanê ji bo ku bi argûmanên protokolên ewlehiyê yên zêde nûbûnê asteng dike serî li sertîfîkayên ewlehiyê nexwestine.[5] Operasyona lêgerîn û rizgarkirinê ji hêla tîmeke navneteweyî ve bi pêşengiya Ewlekariya Peravê ya Dewletên Yekbûyî, Hêza Deryayî ya Dewletên Yekbûyî û Ewlekariya Peravê ya Kanadayê hate meşandin.[6] Firokeyên Hêza Hewayî ya Keyaniya Kanada û Parastina Neteweyî ya Hewayî ya Dewletên Yekbûyî, keştiyek Keştiya Deryayî ya Keyaniya Kanadayê û gelek keştiyên bazirganî û lêkolînê û amûrên jêravî yên ku ji dûr ve tê koordînekirin, beşdarî lêgerînên Titanê bûn.[7]

Paşbingeh[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

OceanGate[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîmenek ji Binderyaya Titanê.

OceanGate pargîdaniyek taybet e ku ji aliyê Stockton Rush û Guillermo Söhnlein ve di sala 2009an de hatiye damezrandin. Ji sala 2010an vir ve pargîdaniyê ji bo rêwîtiya di binê avê re ji peravên Kalîforniyayê, ji Kendava Meksîkê di binê Okyanûsa Atlantîk ve rêwî dibirin û dianîn.[8] Navenda pargîdaniya OceanGate li Everett, Washington, Dewletên yekbûyî yên Amerîkayê ye.[9]

Keştiya Titanikê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

RMS Titanic keştiyeke okyanûsê ya brîtanî bû ku di 15ê nîsana sala 1912an de li Okyanûsa Atlantîk a Bakur piştî ku li qeşayê dikeve bin av bûye. Di vê bûyerê de zêdetirî 1.500 kesên ji rêwiyên keştiyê di vê bûyerê de jiyana xwe ji dest didin ku ev bûyer dibe bûyera binavbûna herî kujer a dîrokî.[10][11] Piştî demekê dirêj di sala 1985an de xerabeya keştiya Titanikê li binê okyanûsê li dora 400 mîlên deryayî (740 km) dûrî peravên Newfoundland, Kanadayê di kûrahiya 3810 mêtre di binê avê de hatiye dîtin.[12][13]

Binderyaya Titanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Titan keştiyeke binderyayî ya pênc kesî bû ku ji hêla OceanGate Inc ve dihat xebitandin. Keştî 6,7 metre dirêj, 10.432 kg giran e ku ji fîbera karbonê (polîmerên bi fîbera karbonê ya xurtkirî, CFRP) û ji tîtanyumê hatiye çêkirin.

Titan di tîrmeha sala 2021an de sefera xwe ya yekem ber bi Titanikê be pêk anî. Bi tevahî, OceanGate di sala 2021an de şeş sefer û di sala 2022an de jî heft seferên xwe pêk anî. Di her ku sefera xwe pêk dianîn bi gelemperî pîlotek, rêberek û sê rêwiyên amûrê hebûn. Dema ku amûr di binê avê de be, kapsûl dihate girtin û tenê piştî derketina amûrê li ser rûyê avê dikarîna li derve derê amûrê vekirina. Daketina ji ser rûyê erdê ber bi Tîtanîkê ve bi gelemperî du saetan berxwe dida û daketina herî zêde bi qasî heşt saetan berxwe dida. Di seranserê rêwîtiya binê avê de dihat pêşbînîkirin ku amûr her 15 hûrdem carekê sinyaleke ewlehiyê bişêne ku ji hêla tîma jorîn ve were şopandin. Keştî û tîma jorîn dikaribûn bi peyamên kurt ên nivîsî bi hev re têkilî daynin.

Bûyer[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Balefira Ewlehiya Peravê ya Dewletên Yekbûyî HC-130 di 21ê Hezîranê de, di dema lêgerînê de li ser Okyanûsa Atlantîkê difire.

Rêwîtî di destpêka sala 2023an de hatiye rezervekirin. Rush du bilêtên daxistî firote karsazê ji Las Vegasê Jay Bloom ku mebesta wî û kurê wî ye ku bi hev re di rêwîtiyê de bin. Rush ji karsazê Las Vegasî li şûna 250.000 dolarî 150.000 dolar ji bo her kursiyek hate pêşkêşkirin. Rush di dema axaftina xwe de ji rêwiyan re îdîa kiriye ku amûr "ji derbasbûna kolanekî bi ewletir e". Bloom ji ber fikarên ewlehiyê pêşniyar red kir. Wê demê sefer ji bo meha gulanê hatibû plankirin lê ji ber hewaya xirab sefer ji bo meha hezîranê hatibû başxistin.[14]

Operasyona binavbûnê di 18ê hezîranê de saet di 09:30 de bi Dema Rojê ya Newfoundlandê (NDT; UTC−02:30) (12:00 UTC) dest pê kir.[15][16] Di saet û nîvê yekem a daketinê de, Titan her 15 hûrdem carekê bi Polar Prince re pêwendî danî lê pêwendî piştî pêwendiyek tomar di 11:15 de sekinî.[17] Li bendê bûn ku amûr saet di 16:30 de ji nû ve derkeve holê.[17] Saet di 19:10an de agahî di der barê binderyayî ya winda dane Hêzên Ewlekariya Peravê ya Amerîkayê.[18] Titan dema ku bi rê ket ji bo pênc rêwiyên xwe heya 96 demjimêran oksîjena amûrê hebû ku binavbûyî saxlem bimaya, heta sibeha 22 hezîran 2023an de bi dawî dibûya.[19]

Pergalek tespîtkirina dengî ya Hêza Deryayî ya Amerîkî ku ji bo peydakirina keştiyên binav ên leşkerî hatiye çêkirin, piştî çend demjimêran piştî ku Tîtan binav bû, nîşanek dengî ya ku bi teqînekê re hevaheng e tespît dike.[20] Hêzên Deryayî di derbarê vê teqînê de agahî da Ewlekariya Peravê.[21]

Di 22ê hezîranê de saet 13:18 NDT (15:48 UTC) de Sektora Bakurê rojhilat a Ewlekariya Peravê ya Dewletên Yekbûyî ragihand ku li nêzîkî keştiya Tîtanîkê qadeke bermahiyan hatiye dîtin.[22][23] Bermahiyên ku ji hêla wesayîta Odysseus 6k ya ku ji dûr ve tê koordîne kirin piştî lêgerîna 5 saetan perçeyên ku hatiye dîtin, paşê hate piştrast kirin ku beşek ji Titanê ye.[24][25] Di axaftina rojnamevanî ya piştî nîvro de, Asayîşa Peravê ya Amerîkî diyar kiriye ku windabûna Titanê ji ber teqîna odeya tansiyonê bûye û perçeyên Tîtan bi qasî 500 mêtre dûrî bermahiyên Tîtanikê li binê deryayê hatin dîtin.[26][27]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "What it's like inside the missing Titan submersible : NPR". web.archive.org. 21 hezîran 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 21 hezîran 2023. Roja gihiştinê 23 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ "Titanic tourist submersible goes missing with search under way". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 19 hezîran 2023. Roja gihiştinê 23 hezîran 2023.
  3. ^ null (22 hezîran 2023). "Missing Titanic Submersible: Update from Anushka Patil". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 23 hezîran 2023.
  4. ^ Kesling, Ben; Youssef, Nancy A.; Lubold, Gordon; Paris, Costas (22 hezîran 2023). "WSJ News Exclusive | U.S. Navy Heard What It Believed Was Titan Implosion Days Ago". Wall Street Journal (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 23 hezîran 2023.
  5. ^ Bogel-Burroughs, Nicholas; Gross, Jenny; Betts, Anna (20 hezîran 2023). "OceanGate Was Warned of Potential for 'Catastrophic' Problems With Titanic Mission". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 23 hezîran 2023.
  6. ^ "Unified Command established for missing submersible from Polar Prince". United States Coast Guard News (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 23 hezîran 2023.[girêdan daimî miriye]
  7. ^ "Titanic tourist submersible with 5 aboard missing in North Atlantic - Los Angeles Times". web.archive.org. 19 hezîran 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 19 hezîran 2023. Roja gihiştinê 23 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  8. ^ Magazine, Smithsonian; Perrottet, Tony. "A Deep Dive Into the Plans to Take Tourists to the 'Titanic'". Smithsonian Magazine (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 hezîran 2023.
  9. ^ Podsada, Janice (19 kanûna pêşîn 2021). "For $250K, this Everett company will take you to the Titanic". HeraldNet.com (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 23 hezîran 2023.
  10. ^ "Titanic Inquiry Project - British Wreck Commissioner's Inquiry - Appendix - Passenger and Crew numbers and percentages". web.archive.org. 26 adar 2012. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 26 adar 2012. Roja gihiştinê 23 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  11. ^ "TITANIC DISASTER interviews". British Pathé (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 23 hezîran 2023.
  12. ^ "Submersible used to take tourists to see Titanic wreck goes missing in Atlantic Ocean". Sky News (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 hezîran 2023.
  13. ^ Ax, Joseph; O'Brien, Brendan (21 hezîran 2023). "Crews searching for Titanic submersible detect sounds, US Coast Guard says". Reuters (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 hezîran 2023.
  14. ^ Ashton, Ben (23 hezîran 2023). "Read the 'sliding door' texts that saved billionaire from Titanic sub disaster". Metro (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 24 hezîran 2023.
  15. ^ Reuters (23 hezîran 2023). "Titanic sub timeline: when did it go missing and key events in search". Reuters (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 24 hezîran 2023. {{cite news}}: |paşnav= sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)
  16. ^ "Titan submersible: timeline of vessel's voyage". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). 22 hezîran 2023. Roja gihiştinê 24 hezîran 2023.
  17. ^ a b Reuters (23 hezîran 2023). "Titanic sub timeline: when did it go missing and key events in search". Reuters (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 24 hezîran 2023. {{cite news}}: |paşnav= sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)
  18. ^ "A timeline of the missing Titanic". ABC News (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 24 hezîran 2023.
  19. ^ Cohen, Kelsey Vlamis, Lloyd Lee, Sinéad Baker, Rebecca. "Missing Titanic sub likely would have used its 96-hour oxygen supply if implosion didn't happen first". Insider (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 24 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  20. ^ Kesling, Ben; Youssef, Nancy A.; Lubold, Gordon; Paris, Costas (22 hezîran 2023). "WSJ News Exclusive | U.S. Navy Heard What It Believed Was Titan Implosion Days Ago". Wall Street Journal (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 24 hezîran 2023.
  21. ^ Kurmelovs, Royce; Singh, Maanvi; Yang, Maya; Chao-Fong, Léonie; Lawther, Fran; Jones, Sam; Singh, Royce Kurmelovs (now); Maanvi; Jones (earlier), Sam (23 hezîran 2023). "US navy says it picked up 'anomaly' hours after sub began mission – as it happened". the Guardian (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 24 hezîran 2023.{{cite news}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  22. ^ "The Titan submersible imploded, killing all 5 on board, the US Coast Guard says". AP NEWS (bi îngilîzî). 22 hezîran 2023. Roja gihiştinê 24 hezîran 2023.
  23. ^ "'Landing frame and rear cover' found at debris field in hunt for missing sub". Sky News (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 24 hezîran 2023.
  24. ^ "Debris field confirmed to be missing Titanic submarine. This is where it was finally found". USA TODAY (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 24 hezîran 2023.
  25. ^ Liebermann, Eric Levenson,Priscilla Alvarez,Gabe Cohen,Nouran Salahieh,Oren (22 hezîran 2023). "Titanic-bound submersible suffered 'catastrophic implosion.' The US Navy detected an implosion Sunday and told rescuers, an official tells CNN". CNN (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 24 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  26. ^ "Watch Coast Guard press conference live: Officials give updates on missing Titanic sub". USA TODAY (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 24 hezîran 2023.
  27. ^ "Submersible crew presumed dead in 'catastrophic loss of the pressure chamber' - UPI.com". UPI (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 24 hezîran 2023.