Baskın Oran

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Baskın Oran
Jidayikbûn26 tîrmeh 1945 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Zanîngeha Enqereyê ya Fakulteya Zanistên Siyasî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
  • Mamosteyê/ya zanîngehê
  • aktîvîsta/ê mafên mirovan li ser wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Baskın Oran (jdb. 1945, li Îzmîr) profesorekî niha li Zanîngeha Ankara li fakûlteya Zanînên Rêzaniyê di beşa Pêwendiyên Navneteweyî de dersdariyê dike ye.

Wî di sala 1968î de Fakulteya Zanînên Rêzaniyê bidawî kir û heman salê li fakûlteyê bû bû asîstent. Sala 1971ê, ew bo salekê ji zanîngehê hat derxistin, lê bi biryareke dadî dîsa vegeriya peywirdariya xwe. Sala 1974an doktoraya xwe da. Sala 1982an dîsa ji fakûlteyê hate dûrxistin û îcar ev qedexe heya sala 1990î berdewam kir.

Oran di sala 1991ê de dibe doçent û 1997an de ji bû profesorê têkiliyên navneteweyî. Ew li ser mijarên wekî neteweperestî, hindikayî, polîtîkaya derveyî ya Tirk û têkiliyên ol û dûgelê radiweste.

Oran di nava salên 2006-2007an de nekarî li ser karê xwe bimîne. Bo sê mehan diçe zanîngeha Oxfordê. Endamê İHDK (Lijneya şêwirmendiya serokwezîrtiyê ya mafê mirovan) bû û bo demekê serokatiya Mafên Hindikayiyan û Serokatiya Binkomîsyona Mafên Çandî jî kiribû. Di hilbijartinên dawî yên li Tirkiyê de, wekî serbixwe nûnertiya xwe danî lê biserneket.

Hin pirtûken wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • "M. K." Adlı Çocuğun Tehcir Anıları - Bîranînên menfîkirina zarok M.K.
  • Atatürk Milliyetçiliği Resmi İdeoloji Dışı Bir İnceleme - Neteweperweriya Atatürk, lêkolînek derveyî îdeolojiya fermî
  • Az Gelişmiş Ülke Milliyetçiliği Kara Afrika Modeli - Neteweperweriya welatên kêm pêşketî, Modela Efrîqaya Reş
  • Dalavera Memet'in Bodrum Tarihi - Dîroka Bodrumê ya fêlbaz Memet
  • Devlet Devlete Karşı - Dûgel dijî dugelê
  • Enişte Gözüyle Bodrum - Bi çavên zava Bodrum
  • Kalkık Horoz Çekiç Güç ve Kürt Devleti - Nîka hildayî, Hêza Mîrkut û dûgela Kurd
  • Kenan Evren'in Yazılmamış Anıları (1989) - Bîranînên nenivîsî yên Kenan Evren
  • Kenan Evren'in Yazılmamış Anıları Son Defter (1990) - ...heman pirtûk... (berdewam)
  • Küreselleşme ve Azınlıklar - Globalîbûn û hindikayî
  • Nerde O Eski Mahpushaneler! - Ka ew girtîgehên berê
  • Türk - Yunan İlişkilerinde Batı Trakya Sorunu - Di têkiliyên Rom - Grek de pirsgirêka Trakyaya Rojava
  • Türkiye'de Azınlıklar - Li Tirkiyê hindikayî
  • Yunanistan'ın Lozan İhlalleri - Pûçderxistina Yewnanistanê ya Lousanneê
  • Türk Dış Politikası Kurtuluş Savaşından Bugüne Olgular, Belgeler, Yorumlar Cilt 1:1919-1980(Wek edîtor) - Polîtîkaya derveyî ya Romê, ji şerê azadiyê heya îro, dokûment, şîrove
  • Türk Dış Politikası Kurtuluş Savaşından Bugüne Olgular, Belgeler, Yorumlar Cilt 2:1980-2001(Wek edîtor) - ....heman pirtûk benda duyem ...

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]