Berham Mîrzo
Berham Mîrzo | |
---|---|
Pîşe | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Berham Mîrzo Helbestkar û nivîskarê kurd e.
29ê sibata 1964an (Di nasnameyê de 1ê kanûna paşîn a 1963an) de li gundê Qerekilîsê yê navçeya Erdîşa Wanê ji dayik bû.
Dibistana seretayî li gund, ya navendî û lîse li navçeya Erdîşê xwend. Di sala 1997an de Zaningeha Eskişehirê beşa Zanistiya Civakî qedand. Risteyên wî di kovarên Dengê Zîlanê, Sînor û Çirûskê de û di rojnameya rojane Azadiya Welat de hatine weşandin. Eleqe ya wî ya Felsefe Cîvaknasî û olê, ew xîste nava lêgerîna rasteqînê. Ji ber komkujî, şer û polîtîkayên hegemonîk yên dewletan, kete nava liv û tevgerekî, xebata wî ya li ser "Lêgerîna Heqîqetê" encam da û dî meha nîsana 2014an de wekî pîrtûk hatiye weşandîn. Pîrtûka wî ya helbestan, mirov dikare bêje diyariyeke jî bo, evîndar û pakrewanên azadiyê.Pirtûka helbestan ya bi navê "Risteya Janê" zêdetir ji helbestên ji salên nodî û heta îro hatine afirandin pêk tê. Di sala 2018an de nasiya xwe da zîndanê, nêzîkî sêzdeh mehên wî di wê derê de derbasbûn.
Xelatên wî : Ji aliyê Kurdî-Derê ve, Ji bo kirinên wî yên têkariyê yên zimanê kurdî, xelata spasdariyê.
Berhemên wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Bi Dilketiyên Azadiyê re Meş. Weşanên Do, ISBN 978-605-4427-22-2. Helbest, bi kurdî ye.
- Hakikat Arayışı ve Bilgelik. Weşanên Do, ISBN 978-605-4427-63-5. Felsefe, Sosyolojî, Ol, bi tirkî ye.
- Risteya Janê. Weşanên Do, ISBN 978-605-9183-14-7. Helbest, bi kurdî ye.
- Kulîlkên Şîlanê. Weşanên Sîtav, ISBN 978-625-8255-05-8. Helbest, bi kurdî ye.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |