Bikarhêner:Erdal Ronahi/todo/Çîrokeke Pêxamber Îbrahîm li gora Qur'anê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

PÊXAMBER ÎBRAHÎM

û mîrovên pûtparêz


Rojekî mêrikek cîwan li ser kevirekî runiştî bû, pîlên xwe da bû ser junîyên xwe û serê xwe jî kirî bû navbera destên xwe û ser pûtên, ku yê mîrov wî demê xwe ber davitin erdê û li wana ra xwedên me digotin, raman dikir. Lêbelê va fikrê mîrovan qe nediket aqlê wî. Mîrov bi xwe va pûtana pê destên xwe çê dikirin û gerê çer ruh biketana hundir wan? Pût tenê bi keviran hatî bûn çê kirinê. Însan efrandarê wan bûn û nedikanîyan mîna heywanên, hêşnayetîya û mîrovên serê erdê jiyînê bidin kevir û daran.

Va pûtana ne xesarekî ne jî rindîyekî xwe ji mîrovan ra hebûn. Ji ber vî yekê gerê tiştekî din hê mezintir û hêztir ji va putên kevir hebûna, tiştek ku yê dikanî jiyînê bide mîrovan û yê herî girîng, duayên însanan qebûl dike.

Mêrikê cîwan ku yê hakana kûr kûr raman dikir nav Îbrahîm bû. Wî şev û roj Xwedê digerîya. Şevekî dîsa wusa bin stêrikan raman dikir ku carkîda li ezmîn stêrikekî pirr ronah dî. Hema tûl da ser xwe û bi heyecan qêrîya.” Ew e, ew e, xwedê me ku yê hemû tişt afirandîye, liwê ye. Mêze bikin, ew çiqas ronah e û kesek nikanî wî mîna putên kevir bifirînî. Şukir li te ra stêr, ku min li dawîyê xwedê xwe dît !” Îbrahîm pir dilgeş û fireh bû û bitamijîn mêze stêr dikir. Lêbelê stêra Îbrahîm carkîda wanda bû.

“Na, na, ew xwedê nîn e. Xwedê qe carkîda wanda dibe? Ez gerê hê wî bigerim.”

Şevekî din jî Îbrahîmê cîwan mêze derketina hîva tûjî kir. Ronahîya hîve ew waqas pirr bandûr kir ku Îbrahîm dîsa bihesret qêrîya:” Mêze bikin hîv çiqas mezin e û bi ronahîya xwe çer şeva tarî ronî dike, gerê xwedê min ew bibe. Belê, belê min xwedê xwe dît!“

Lêbelê hîv jî mîna stêrikan gûhdarîya seretên Xwedê yê herî mezin dikir û demekî şuva ber çavê Îbrahim li hêla rojava çû binî. Îbrahîm ser vîna pir pozxwîn bû û serê xwe kir ber xwe û got:” Hîva ku min ber dide û tere binî û şevê tim û tim ronî nake, xwedê min nîn e. Min dîsa şaş kir û pê xwe xapand.”

Bûyerên hakana hîna pirr hatin serê Îbrahîm û tiştê ku wî jê ra digot xwedê min e, wanda dibûn û wî bawerîya xwe li wan nedahanî. Lêbelê bûyerên nerast ew roj bi roj hinekî din dahanîn ser rîya rast û wî ji bona vîna xwedê xwe bi eşqekî hê mezin digerîya. Car caran jî Îbrahîm bi şewatekî mezin digîrîya. Lêbelê dîsa jî gera xwe yî bêhêvî cîh nedihişt û şev û roj ser bûna Xwedê raman dikir.

Şevekî tarî Îbrahîm ser berbanda mala xwe raketî bû ku carkîda li sibê roj havit û nîvîkî tavê paş çîyan derket û hêdî hêdî bilind bû û hemû tiştên serê erdê ronî kir. Bi dengê çûçikan û dîkan Îbrahîm hîşyar bû û gava derketina tavê dît, gellekî dilgeş bû û bi eşqan ra bawer kir kû wî xwedê xwe dît. Ji ber ku derketina tavê pirr xweş û bihêz bû û kesek nedikanîya bi sanîyekî jî qatî ruyê tavê ke. Tav gerê xwedê wî bûna, ji ber ku qe tiştekî din ser dinê mîna tavê aqasa pirr ronî nedida, ke tiştekî din tarîya şevê aqasa hişkan def nedikir; û tenê tav hemû dar, zevî, baxçe û hêşnayîtî pê ronî û germîya xwe hêşin dikir. Mîrov tere ku bila here, her derekî dikanî tavê bibînî, ser hemû rîyan, li nav hemû baxçan û li hêla hemu çar ezmanan.

Carkîda Îbrahîm çû ser çokan û li tavê ra secde kir. Lêbelê gava êvar bu moralê Îbrahîm dîsa şikîya, ji ber ku tav jî qezîya yêkî din dikir û mîna hîvê û planetên din li rojava çû binî. Bi vî avayî tav wanda bû û şev şuna rojê girt. Ronîya rojê ber tarîya şevê revîya û Îbrahîm jî bêhêvî bazda çû ser çîyayekî, ku rohnîya tavê hinekî din bibînî, lêbelê tav hê diçû hê diket binî ku hettanî çîyayên herî mezin jî tiştekî ra nedibûn. Tav li paş bergehê wanda bû û şev jî gav bi gav hê tarî dibû. Îbrahîm emrê xwe da qe aqasa pirr tenêtî nekşandî bû û got:”Min nika hu kir: Ew kesa ku, ez afirandime, tav, hîv, stêrik û hemû tişt jî afirandîye. Gişt bin emra wî dane. Ew Xwedê ye û hemuyan mezintir e. Ew hemû derane, Ew hemû tiştan dibhisî û dibînî, lêbelê mîrov bi xwe nikanî wî bibînî. Qe mîrovek nikanî bi aqlê xwe resimekî wî çê bike, lêbelê Xwedê hemû tiştan dizanî. Ew tim û tim û her derekî heye.”

Bi vî avayî Îbrahîm li ser tipika çîyê rûniştî bû û him şukir dikir him jî digîrîya. Wî li dawîyêra Xwedê xwe dît. Ew hê xemgîn nebû, bi rastî pirr dilgeş bû û dilê xwe da qe şikek nema bû. Hinekî şuva bazda çû mala bavê xwe û ket xewekî giran. Sibê ra bû û qatî bavê xwe kir kû, çer li pûtan ra secde dike. Sekinîya û gava bavê wî îbadeta xwe qedand çû cemê. Bi giramîyekî mezin wîna ra pirs kir:” Bavo, tu çima ji tiştên ku, ne qudret ne jî jiyîn tê da hene bawer dikî? Ewna qe kar û zerarekî xwe ji te ra tunin.”

Lêbelê bavê Îbarahîm jî got:” Kurê min î hêja, ewna xwedên bav û kalên me ne. Gellê me tim û tim bi vî avayî dikir.Te va ramanana li ku derê bîstin, te pirsên hakana li ku derê derxistin?”

Îbrahîm hema li dijî wî derket:”Bavo, ez tiştekî dizanim ku tu nizanî.Gava tu min bawer bikî ez te dibim ser olekî rast, ser rîya Xwedê ku, ew tekik e û hemu tiştan xurtir e. Tenê wî em afirandine û tenê wî hemû tişt çê kirîye. Va rîya ji bona me hê baş e!”

“Kurê min, tu hîna pirr piçûkî, tu çi dikanî ji min ra neql bikî ? Aqlê te tiştên hakana nagrî. Tu tiştên ku, ji bona me hê baş e û hê nebaş e, çer dizanî?“

Îbrahîm dîsa jî ji bavê xwe bernedida :“ Bavê min î delal, li Şeytîn ra secde meke, ji ber ku tenê Xwedê mîr û rebbê me yî rast e û ew mîrovên ku wî nas nakin lanet dike. Du mirinê cezayekî pir girîng ser wan disekinî. Lêbelê Xwedê ku yê mîrê mîrovan û hemû tiştan e, bêdawî dilovan û pir mihrîban e. Gava em li ser rîya wî da herin û tenê ji wîna ra qultîyê bikin, wê tayê Xwedê me pirr hez dike û li wî dinê xelatên baş dide me, ji ber ku em bi xwe û bidil rîya rast heldibjêrin. Qe tiştek û kesek Xwedê mezintir û xûrtir nîn e. Gerê mîrov tenê wî met bikin û tenê Xwedê ra dûa bikin. Tu hê naxwezî xwedên xwe yî nerast berbidî?“

Carkîda bavê wî qêrîya ser:“ Huş we! Dengê xwe dermexine, Îbrahîm, û zû dûr bikeve, an ne ez te hema şunêda pê destên xwe dikujim!“-„Bavê min, tu dij min çi bibêjî jî, ez ji Xwedê ji boy te borînê dixwezim, ji ber ku ew min hez dike. Bavo, ez ji dilda ji te ra aşitîyê daxwez dikim û terim.“ Bi vî avayî Îbrahîm bavê xwe cîh hişt û çû cem serokên wî welatê. Gava Îbrahîm hat, ewna jî mîna bavê wî li hember putan rûniştî bûn û îbadet dikirin.

Îbarahîmê cîwan bi mêrxazîyekî mezin ji wan got:“ Ez ji we ra dibejim ku, hûn bi xwe jî nizanin, hûn liwê çi dikin. Hûn çima ji tiştên ku, we bi xwe afirandîye û dora roy pê destên xwe dikanin bifirînin îbadet dikin? Ez tenê ji we ra vî qezîya dibêjim: Xwedê ra secde bikin, ji ber ku ew hemû tiştên serê erdê xurtir e û tenê wî hemû tişt afirandîye. Ji pûtan ra secde kirin pir terre tûrre ye, ji ber ku ewna nikanin ji we ra alîkarîyê bikin. Va îbadeta bi rastî ji we ra bûye xûyekî pintî.“

Mîrov pir şaş bûn û hema pirs kirin:“ Tu çer qezî dikî, lawik? Tu tev me hinekan dikî, Îbrahîm ? »

« Na, va tiştê ku ez ji we ra agah dikim, pir eseh e û hemû rast e. Mîrê me Xwedê yê û Ew hemûyan hêztire. Wî ez û hûn û bi beryarî hemû tiştên serê dinê çê kirîye. Ew him mîrê çarenûsê ye, him jî mîrê jiyîn û mirinê ye. Ez bi navê Rebbê xwe son duxim ku ez rast dibêjim. Pûtan, kevir û daran ber bidin û tenê ji Xwedê ra îbadet bikin, ji ber ku tenê Ew rast û tekik e. »

Dura qiral bi dengekî bilind pirs kir :“ Mîre te çi tiştan dikanî bike, Îbrahîm ? »

Îbrahîm bêtirs bersiv da :“ Ew dikanî jiyînê bide û dîsa bigrî : »

Qiral hema ferman da leşkerên xwe û du tene mîrovên feqîr hanî. Serê yekî şunêda jê kir û yê din jî dîsa berda û xelat daye.

« Te dî kurê min ? Tu nika dikanî çi bibêjî ? Min jiyîna mêrikekî girt û yê din jî min ef kir û serda jî zêr û zîv dayê! »

Carkîda fikirek hat aqlê Îbrahîm û ji qiral ra aha pirs kir : »Gava tu wek Xwedê xurtî se, wê tayê tavê rojekî ji rojava derxine û rojhelat da bike binî, ji ber ku Xwedê tim û tim tavê ji hêla rojhelatê derdixinî û rojava da dike binî. Tav guhdarîya fermana Xwedê dike. Ey Nemrûd, bi vî avayî tu jî ji tavê ra tişte kî din emir bike ! »

Ser vîna Nemrûd pirr qarîya û qerîya : » Leşker, vî mêrika zu ji vika derbixinin. Bila dîsa neyê ber çavên min. Zû, zû bikin, mesekinin!“

Lêbelê Îbrahîm nehişt ku wî ji îbadetxanê derbixinin. Bêdeng li koşekî da rûnişt û hettanî hemû kes îbadeta xwe qedandin û derketin der, sekinîya. Dûra bivirik girt û hêdî hêdî kişî çû cem pûtan. Pêşî qatî dor xwe kir û gava bawerdar bû ku kesekek tune bivir ra kir û hemu pût kir du parçe. Lêbelê tenê qaşî puta herî mezin nekir û li dawîyê bivir hustîyê wî da darda kir. Dûra bazda çû mal û ji bona karê xwe yî mezin bi dilekî fireh û pirr rehet kur havit xewê. Dora roy gava Qiral Nemrûd û mîrovên wî çûn îbadetxanê ku çi bibiînin: Îbrahîm karê xwe yî diho pirr rind kirî bû. Hemû der parçe bû û pirr nema şaşbûnan ra çavê gahuran derbikevî der yan jî bîrva herin. Hinek jî xwe havitin erdê û dest pê kom kirina parçan kirin. Tenê pûtê herî mezin zexm u, yê dinan bûn hezar parçe û her derekî bela bûn. Mêrikik bêhêvî û bitirs qêrîya:“ Bi şik tiştekî hakana tenê Îbrahîm dike. Ji ber ku wî diho pirr kevir havitin putên me!” Qiral Nemrûd hema ferman da ku Îbrahîm bînin cemê. Îbrahîm hat û Nemrûd jê pirs kir:“ Te îşev va putên me kirin hezar parçe?“ Îbrahîm pê bîçîya xwe pûtê mezin, ku yê hîna bivir hustîyê da bu, nişan da û got:“

Putê we yî herî mezin va kara kirîye. Carekî mêze bikin hîna bivira, ku pê putên din firandîye, hûstîyê wî da ye. Hûn ji bona çi min şik tînin?“ Hemû mîrovên liwê nav hev ketin û kesik nedizanîya çi bibêjî:“ Ey Îbrahîm, tu jî baş dizanî ku va pûtana nikanin xwe bileqînin. Lewma, tu key ji me ra derawan dikî?“

Îbrahîm pir qarîya :„Gava we bi xwe jî got û aqil kir ku va putana ji keviranin û bê ruhin, û ne dikanin xwe biparêzînin ne jî dikanin zerarekî bidin we, wê tayê hûn qey ji wana ra îbadet dikin? Laneta Xwedê bila ji bona dîntîya we ser we û kevirên we bibî !” Nemrut ser qiseya Îbarahîm qaranra dîn bû û ban leşkerên xwe kir:“ Zû pê vî lawika bigirin û bavên girtigehê. Dura jî ezingan kom bikin û agirekî mezin vêbixinin ku em wî bavên ser û bişewitînin ku bila dîsa aramî were welatê me!“

Gava xebera roja şewtandina Îbrahîm li nav mîrovan da bela bû, ajawekî pirr mezin li hola cem mala Nemrût kom bû. Gava agir vêket û pêt qasî malekî mezin bûn, bi fermana Nemrût Îbrahîm havitin nav. Gahûran kêyfanra çerpik hev dixistin û dikenîyan. Dengê wan hettanî ezmîn diçû :“Va Îbrahîma, va dîn û durra em pê agirê cehnimê ditirsandin, lêbelê nika jî bi xwe nav cehnimê da ye!“

Lêbelê Xwedê emir da agir ku bila hînik û mîna baxçê gulan bibî û bila qe Îbrahîm neşewtînî.

Gav bi gav kenê gahuran qirika wan da ma. Hinek revîyan û hinek jî bîrva çûn, ji ber ku Îbrahîm navbera agir da sikinîya bû û dikenîya. Yekî carkîda qêrîya:“Gava ew naşewtî se wê tayê ew Şeytane. Ji ber ku agir tenê qaşî Şêytîn nake. Zû em vika dûr bikevin, yan ne dibe ku ew me jî bişewtînî !“

Lêbelê gahur nekanîyan birevin. Xwedê ew hema şunêda tune kir. Tenê Îbrahîm ra bû se xwe û xilas bû. Wî bajarê derket û çû, çû welatekî dûr ku liwê tenê li Xwedê ra îbadet bike û tiştên Xwedê hez dike bînî şunê.

Ji zimanê elmanî: Remezan Derbaz

Quranische Geschichten, 2.überarbeitet Auflage, 1996

Herausgeber: Institut für islamische Erziehung

Stuttgart / Elmanya

ISBN: 3-931934-00-4