Here naverokê

Birayên Karamazov (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Birayên Karamazov hat beralîkirin)
Birayên Karamazov
Rûpela yekê ya pirtûkê
Nivîskar Fyodor Dostoyevskî
Sernavê xwemalî Братья Карамазовы (Brat'ya Karamazovi)
Şêwe Roman
Ziman Rûsî
Dîrok 1879-1880

Birayên Karamazov romana dawî ya nivîserê rûs Fyodor Dostoyevskî ye û romana wî ya herî serkeftî ye. Roman ji kanûna paşîn a 1879an heya çiriya paşîn a 1880î mîna rêznivîsa kovara Русскій Вѣстникъ (Russkiy Vestnik) dihate belavkirin.[çavkanî hewce ye]

Di pirtûkê de babetên mîna xwedênasî, hebûna xwedê yan na, peywendiyên civakî û revanzanstî dihêne şirovekirin. Romanê cihê xwe di dilê kesên mîna Albert Einstein, Sigmund Freud, Martin Heidegger û Ludwig Wittgenstein vekir û bi baweriya wan yek ji romanên herî rêkûpêk ên Dostoyevskî bû.[çavkanî hewce ye]

Leheng û çend bûyerên romanê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Roman ji çar beşan û epîlogekê pêk tê û kesê sereke yê tê de mirovekî bi navê Fyodor Pavlovîç Karamazov e û çar lawên wî (birayên Karamazov ên bi navê Dmîtrî, Îvan, Aleksey û Pavel).