Albert Einstein

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Albert Einstein
Image dans Infobox.
Einstein
Profesor
ji
Jidayikbûn
4ê adarê 1879
Ulm, Keyaniya Württembergê, Almanya
Mirin
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
18ê adarê 1955 (76 salî)
Cihê goristanê
National Museum of Health and Medicine (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Cîwar
Munîh, Princeton (en), Schaffhausen (-), Einsteinhaus (en) (-), Smíchov (en) (dp. ), Einsteinhaus Caputh (d) (-)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Perwerde
Zanîngeha Zurihê
Pîşe
Bav
Hermann Einstein (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pauline Koch (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xwişk û bira
Maja Einstein (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevjîn

Mileva Marić (1903–1919)

Elsa Einstein (1919–1936)
Zarok
Lieserl Einstein
Hans Albert Einstein
Eduard Einstein
Xizm
Lina Einstein (d) (kuzena jin)
Elsa Einstein (en) (kuzena jin)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Karder
Zanîngeha Princetonê (en) (-), Zanîngeha Leidenê (en) ( - ), Kaiser Wilhelm Society (en) (-), Deutsche Physikalische Gesellschaft (en) (-), Zanîngeha Humboldt ya Berlînê (en) (-), Akademiya Zanistî ya Prûsyayê (en) (-), ETH Zurich (en) (-), German University in Prague (en) ( - ), University of Zurich (en) (-), University of Bern (en) (-), Swiss Federal Institute of Intellectual Property (en) (-), Institute for Advanced Study (en), Zanîngeha Leidenê (en), Zanîngeha Pragê, Bern, University of California, Berkeley (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Chaires
Full professor (en), academician (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Qada xebatê
Dîn
Partiya siyasî
German Democratic Party (en) (heta an)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Endamê
Royal Society
American Academy of Arts and Sciences (en)
Royal Netherlands Academy of Arts and Sciences (en)
French Academy of Sciences (en)
Indian National Science Academy (en)
Brazilian Academy of Sciences (en)
Accademia Nazionale delle Scienze detta dei XL (en)
Academy of Sciences of the USSR (en)
Royal Swedish Academy of Sciences (en)
Centre international de synthèse (d)
German Academy of Sciences Leopoldina (en)
Akademiya Zanistî ya Prûsyayê (en)
Göttingen Academy of Sciences (en)
Lincean Academy (en)
American Philosophical Society (en)
Bavarian Academy of Sciences and Humanities (en)
Russian Academy of Sciences (1917–1925) (d) ()
National Academy of Sciences (en) ()
National Academy of Sciences (en) ()Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xwendekarê
Heinrich Friedrich Weber (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Şêwirmendên doktorayê
Heinrich Friedrich Weber (en), Heinrich Burkhardt (en), Alfred Kleiner (en) ()Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Bandorbar
Alfred Kleiner
Xelat
Xelata Nobelê a Fîzîkê
Dengê qeydkirî
Bilêvkirin
Xebatên navdar
Special relativity (d), general relativity (d), photoelectric effect (d), theory of relativity (d), theory of Brownian Motion (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
şanenava Albert Einstein
Şanenav
lewheya yadîgar

Albert Einstein (jdb. 1879, Ulm, - m. 1955 DYA) zanyarê fizîkê ye. Wekî damezrînerê Teoriya îzafiyetê tê nas kirin.

Jiyana wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Einstein di 14ê adara 1879an de li Ulmê wekî zarokekî malbateke cihûyên Almanya ji dayik dibe. Bavê wî endezyar e, lê belê mirovekî dewlemend nîne. Albert zarokatiya xwe li Munîhê diborîne û tevî ku li malê gelekî jîr û hişmend tê dîtin jî, li dibistanê serkeftinên mezin bidest naxe. Di dibistana navîn de ji pergala hîndekariyê ya almanî hez nake, tewer bi mamosteyên ku berovajî wî tevdigerin, dikeve nav pevçûnê. Ji ber van azmûnên pêşwext, Albert dibe dijmin û neyarê meqamên fermî yên almanî. Di sala 1894an de şert û mercên aborî malbata Einsteinî ber bi koçberiyê ve dibe û berê malbata wî dide Mîlanoyê. Lê Eistein li Munîhê tê hiştin da ku hîndekariya xwe temam bike. Einstein bi hinceta nexweşiyê piştre tevî malbata xwe ya li Îtalyayê dibe. Einstein gelekî ji Îtalyayê hez dike û li wê derê, di nava demeke kin de, ji Mîlanoyê heta Jenevê 160 km rê bi armanca gerê peyatî dibihûrîne.

Einstein piştre serî li dibistana Polîteknîk a li Zurîxê dide. Bi tevî ku di fizîk û matematîkê de xwedî serkeftineke serdest be jî, ji ber ku bawernameya wî ya têr a Dibistana Amadehiyê tune ye, nekare azmûna destpêkê derbas bike û serlêdana wî nayê pejirandin. Ji bo qezenckirina azmûnê, ji bo wergirtina hîndekariyê diçe cîmnazyûma li Aarauyê. Li wê derê gelekî bextiyar dibe. Ew êdî evîndarê Swîsreyê ye; piştre xwe dike hemwelatiya Swîsreyê û di dûmahîka jiyana xwe de careke din qet ji wê derê venaqete. Paşê, dema ku dikeve dibistana Polîteknîkê, profesorên matematîkê H. Minkowski û A. Huntwitz dibin. Her du jî zanyarên pola yekem in. Lê belê ne Einstein zêde tiştek ji wan werdigire û ne jî ew li Einsteinî hay dibin.

Dema ku dibe destûrdar ango mezûn dibe, ji bo ku debara xwe bike pêdiviya wî bi karekî çêdibe û wî zorî û zehmetî dikişîne ku karekî peyda bike. Di destpêkê de weke mamosteyê yêdek kar dike û dersên taybet ên fîzîkê dide. Di 1902an de, li Daîreya Patentê ya li Kantona Bernê karekî dilnizm dibîne. Di wan deman de mehra xwe bi Mileva Mariç re dibirre. Ji malbata Einstein du zarok çêdibin. Piştre yek ji van zarokan, di paşerojê de, di Zanîngeha Kalîforniya a li Berkleyê de, dibe profesorekî pir bi bandor yê endezyariyê.

Karê li ofîsa Patentê gelekî li gorî Einstein bû. Dema ku li ofîsa xwe îcadên dihatin şandin lêkolîn dikir, di nav karê xwe de bêyî zêde xûya bike, ji xwe re wext peyda dikir. Wê demê, dest bi nivîsandina gotarên fîzîkê kir. Nivîsên xwe ji Annalen der Physik a di rêveberiya W. Wien ku bi cismên reş namdar bû re, dişand. Di 1901ê lêkolînek, di 1902an de du, û di 1903`an de û 1904`an de lêkolînek pêşkêş kir. Hemû jî di warên dînamîkzanî û dînamîka germ de, lêkolînên kûr bûn.

Weke rewşa Planck a salên berê, heman mijar berê ji aliyê Gibbs ve dihate nirxandin, lê belê Einstein vê yekê dizanibû. Di sala 1905an de dehaya Einstein bi awayekî bêhempa çirûsî, di adar, gulan û hezîranê de 3 xebatên xwe weşand ku evana bi tena serê xwe dikaribû wî bike keseke nemir. Xebata yekemîn ”Pêkhatina roniyê û derbarê gîhandina wê de xala awireke zimanê xweser” ku ev xebat kifşa pakêtokên roniyê û weke pêkanîneke mezin daxûyandina bandora ronayî-elektrîkê di hundirand. Ya duyem jî Li ser tevgera pirtikên şileyên meyîbûyî ku ji aliyê teoriya kînetîk a roniyê ve tê diyarkirin ku ev yek teoriya libatê ya Browncil dihewand û careke din hebûna rastîn a atoman nîşan dida û sabîtiya Boltzman bi rêyek din tespît dikir. Ya sêyem jî `Li ser elektromagnetîka cîsmên bitevger` bû. Ev xebat jî teoriya îzafiyeta taybet dihewand. Ji vê derê jî îzafet ango pêwendiya E=mc2 hat dîtin ku bû sedem ku herkes Einstein nas bike.

Tevî ku piraniya cîhana fîzîkê bi guman Einstein pêşwazî dikir jî, encamên ku Einstein bi dest xistin ku qet nedihat hêvîkirin, di demeke kin de hate piştrastkirin. Einstein di 1913an de li Berlînê dest bi xebatê kir. Teoriya gumlatkêşiyê ji qonaxa ku Newton beriya du sedsalî hiştibû rahiştê û di 1916`an de weke Teoriya Îzafiyeta Giştî danî holê. Encamên weke xwarbûna zeman-mekanê ku Îzafiyeta Giştî datanî holê, bi ceribandinên ku hatin kirin, çend sal şûn de hate piştrastkirin. Piştre bi dîtina teorî, bi dîtina Firehbûna Gerdûna re ahengî çêkir.

Ramana `Ronî bi hişyarbûnê re pexş dibe` ku Einstein di 1917an de danî holê, piştî 40 salan bi dîtina lazerê bi encam bû. Einstein ku ji mekanîka kuantumê ya di 1920an de pêşdiket bêzar dibû, di dewsa nêrîna determenîst a klasîk, nêrîna muhtemelparêziyê qebûl nekir. Einsteinê ku li hemberî mekanîka kuantumê diyar kir ku "Xwedê zar navêje", cara yekem xwe şaş kir.

Einstein ku li hemû cîhanê gîhîşt navdariyekê, bi desthilatdariya Naziyan re, di sala 1933`an de Almanya terk kir. Emrê mayî li DYEyê derbas kir. Einstein salên dawî yên jiyana xwe, bi lêgerîna gumlatkêşî û teoriya elektro-magnetîk derbas kir. Lê belê di vê yekê de bi serneket. Hîn jî ev problem li benda çareseriyê ye. Einstein di sala 1955an de li Princetonê çû ser dilovaniya xwe. Li gorî anketên kovara Timeyê, weke kesê herî mezin ê sedsala 20emîn hate hilbijartin.

Teoriyên Nisbiyeta Taybet û Gîştî yên Albert Einstein

Teoriyên Nisbiyeta Taybet û Gîştî yên Albert Einstein

Teoriyên Nisbiyeta Taybet û Gîştî yên Albert Einstein

E=mc^2(Binavûdengtirîn Hevkêşeya Cîhanê) Albert Einstein, xwediyê 2 teoriyên pir grîng û binavûdeng ên bi navên Nisbiyeta Taybet û Nisbiyeta Gîştî ne ku ya yekem di 25 saliya wê û ya duda jî di 36 saliya wê de, hatin weşandin. Nisbiyeta Taybet, ji 3 fenomenan, ew jî di lezên pir pir mezin da, pêk tê:

Biçûkbûn û serhevdahatina Lorentzê ku heman daketina dirêjahiya cism di riya ku diherike da ye.

Vebûn û berfirehbûna demê ku heman hêdîbûna demê ye.

Mezinbûna giraniya Baristeyê.

Tenê di Nisbiyeta Taybet e ku di suretên pir pir mezin da(di şertên ku suret di dema herikînê da naguhere û wekxwe dimîne- sureta neguher) meriv dikare baweriya xwe bi encamên wê bîne. Bi vê yekê tevgera Cîhana derdora me, di suretên pir pir mezin, bi riya qanûnên ku di jiyana me da nayên dîtin, dikarin bên şirovekirin. Wek mînak, dema ku cismek bi sureta nêzîkê leza Ronahiyê biherike, hingî dema ku ew derbas dike, pir pir hêdî û kin dibe. Hemû alî yan dûriyên wê jî, biçûktir dibin. Bariste yan cirma cismê ku bi leza ronahiyê diherike jî, îdî neguher nine, belke zêde dibe. Eger cismek bi leza ronahiyê biherike, hingî derbasbûn û herikîna demê jê ra disekine, dirêjahiya wê dibe sifir û bariste yan çiriya wê dibe bêsînor û vediguhere cirmeke pir pir giran. Yek ji encamên pir balkêş yên teoriya nisbiyeta taybeta Einsteinê, pêwendiya navbera dem û fezayê(navber) ye ku dibêje hemû tiştên dinyayê girêdayî hevodin nin û bandoran jî li hev dikin. Bi baweriya Newtonê, dem neguher û sabit e û di her dera dinyayê da jî tevgera wê yeksan e. Lê Einstein, îsbat dike ku ev yek ne rast e. Mînaka pir pir balkêş ku jibo şirovekirina vê meselê tê bikaranîn, wiha ye: eger ji 2 birayên ku cêwî ne, yek jê li ser erdê bimîne û yê din, bi keştiyeke fezayî ya bi leza nêzîkî ronahiyê ber bi esmîn yan galaksiyan, hereket bike. Dema ku 100 sal ji emrê birayê ser erdê, derbas bibe, birayê ku li keştiya fezayî ye, hê salek ji emrê wî derbas nebuye, yanê tenê salek kaltir buye!

Teoriya Nisbiyeta Gîştî:

Nisbiyeta Gîştî, jibo herikînên ku di dema herikîna wan da, sureta wan diguherin yan jî leza wan tê guhertin, tê bikaranîn. Leza Kêşa erdê, g ku heman 9,81 m/s e jî, yek ji cureyên lezê ye. Nisbiyeta gîştî girêdayî lezê ye nek herikînê. Teoriya ku behsa cirmên xwedî leza kêş û navendî dike ye. Bi gîştî, li her dera dinyayê ku cirmek di cihên vala da hebe, sedîsed li derdora wê, lezek kaşok jî heye ku mezinahiya wê girêdayî baristeya wê cismê ye. Bi gotineke din, li derdora her cismekê, lezek heye. Nisbiyeta gîştî jî liser wan lezana disekine û dide zanîn ku bi dûrbûna her cismekî ji rûxar yan setha gerstêrkekê, derbasbûna demê jê ra hêdîtir dibe. Wek mînak, eger em kamerayek daynin ser saeta xwe û jê fîlm, bikşînin û yeke din jî daynine ser saeta kesê/a ku hildikişe jorê, ji erdê vediqete, ber bi esmîn diçe û em her du fîlmên han, di perdeyeka televizyonê da nîşan bidin û bidine ber hev, emê pir eşkere bibînin ku saeta ser erdê pir bileztir ji ya derveyî atmospherê dixebite. Encamên nisbiyeta gîştî pir balkêş in û îmkana pêkhatina wan jî dikare li labarutawaran, were ceribandin. Wek mînak, ronahiya ku digihîje derdora stêrgeke giran, hinek ber bi aliyê wê kaş dibe, ji riya xwe derdikeve û jêbadan diqewime. Reşçal (Reşçal: eger mezinahiya stêrgek çend qasî Rojê be û hemû ardû yan şewatokên xwe şewitandibe, jiber hêza cazibeya xwe ya pirbihêz, bariste yan çiriya xwe di nav xwe da digivişîne, dide ser hev û çaleke reş ku dişibe qîfan(Forma Şeytanokî), jê çêdibe ku hêza cazibeya wê pir pir mezin e û tu ronahî jî, nikare jê bifilite) jî ligor vê taybetmendiyê, tevdigerin. Cirm yan çiriya wan, ewqas giran û hecma wan ewqas biçûk e ku dema ronahî, ber ra derbas dibe, dikeve nav û îdî tu car, nikare jê derkeve. Riya me hemuyan, jibo carek jî bûbe, ketiye dukanên ku saetan difroşin û me gelek saetên biçûk û mezin dîtine ku li ser 10:10 deqeyan, tenzîm bûne lê me tu carî nepirsiye, çima! Albert Einstein, di teoriya nisbiyeta taybet da, li ser hereketa lezdar nesekinî û pey şirovekirina kêşa erdê neket. Ew behsa mijarên teoriya nisbiyeta gîştiya xwe ku yekem car hatibûn weşandin, kir. Teoriya nisbiyeta gîştî bû sedema guhertina çawaniya şirove û dîtinên berê yên liser kêşa erdê û di vê teoriya nû da, hêza kêşa erdê wek taybetmendiyeke fezayê hat dîtin nek mîna hêza di navbera cirman da, yanê tam berevajî tişta ku Newton gotibû! Di teoriya wî da, feza di kêleka maddeyê da hinek ditewe. Bi gotineke din, cirmên heyî, rê yan jî kêmtirîn bergiriya nava kevaneyan, hildibijêrin. Fikra Albert Einstein, pir ecêb bû lê dikarî bersiva qewimînên ku qanûna siqla Newtonê nedikarî wan şirove bike, bide. Gerstêrka Ûranus, di sala 1781ê da keşif bûbû û bazineya(medar yan vedor) wê ya li dora Rojê hinekî ecêb yan jî xilloxwar bû!

Zêdetir ji 50 salan, liser vê meselê behs hatibûn kirin. Ligor qanûna Newtonê, diviya ku cazibe û hêzek, bandorê lê bikira. Bi gotineke din, diviya ku gerstêrkeke mezin di aliyê din yê Ûranusê da hebiya ku ev yeka han normal bihata dîtinê. Di sala 1846an da stêrnasê Almanî, kameraya xwe danî ser nuqteya ku Le verrier, gotibû loma jî gerstêrgeke nû li wêderê dît ku paşê navê Neptûnê lêkir. Nêzîktirîn nuqteya vedor yan medara gerstêrka Mercury yan heman Tîr bi Rojê, li her dor û zivirîna xwe ya salane, dihate guhertin û ev guhertin tu carî, 2 caran di nuqteyeke taybet da nediqewimîn. Stêrknasan wisa dizanîn ku ev tevlihevî û nerêkî jiber guhertina hêza kêşa gerstêrkên nêzîkî Etarudê ne! Mezinahiya ladan yan jêbadana medara Tîrê, 43 saniye qews bû. Ev hereket di sala 1845an da ji aliyê Le Verrierê hate têderxistin, lê di dawiya dawî da bi riya teoriya nisbiyeta gîştiya Albert Einsteinê, hate şirovekirin. Teoriya nisbiyeta gîştî nîşan da ku ligor hendeseya neoqlîdosî(Non*Eukleides) û tam berevajî teoriya Newtonê, Hezîz yan Perihelion’a her cismekî zivirok, xwedî hereketekî taybet e. Dema ku formûlên Albert Einstein, liser gerstêrka Mercury hate bikaranîn, derket holê ku guherînên hezîza wê tam ligor formûlan e. Gerstêrkên ku mesafeya wan ji Rojê, zêdetir ji mesafeya Tîr heya Rojê ne, cihguhertina hezîza wan hêdîhêdî zêdetir dibe. Balkêştir ji fenomenên jorê, 2 mijarên nû bûn ku tenê teoriya Albert Einstein, dikarî wan pêşbînî bike. Ya yekem ew bû ku bi dîtina Albert Einstein, qada megnetîka pirbihêz, dibe sedema kêmbûna lerizîn û hejheja(irti’aş) etoman. Ev yek jî daketina leza guherîna cihê xêzên spectruman ber bi aliyê rengê sor erê dike! Dema stêrkek pir pir germ û kelok dibe, ligor formûlên berê, ronahiya wê divê ku şîn be, lê di pratîkê da sor e, gelo emê li ku karibin tîna mezin û hêzên kêş yên pirbihêz, peyda bikin, bersiv, Kinikên Sipî ne.

Zaniyaran destbi lêkolînên berfireh liser teyfên kinikên sipî, kirin û cihguhertina ku hatibû pêşbînîkirin, bi çavê xwe dîtin! Navê wê guhertina cihan, cihguhertina Albert Einstein, danîn. Albert Einstein digot ku meydana kêş dibe sedema ladan û jêbadana şuayên ronahiyê, lê gelo ev yek dikare bê ceribandin. Eger stêrkek di pişt Rojê da, tam di imtidada rûxara wê da be, di dema Kusûfa Rojê da bê dîtin û em dewsa wan ligor dema ku em Rojê tune hesav bikin, bidin berhev, hingî dê ladana ronahiya wan misoger be. Tam wek dema ku hûn tiliyên destê xwe li ber çavê xwe û di mesafeya 8 santîmetriya wê da daydidin û carek bi çavê çepê û carek din jî bi yê rastê, lê mêze dikin, ji we tirê dewsa tiliyên we tê guhertin, lê di rastiyê da ne wisa ye û ew di dewsa xwe da ne!

Zaniyaran di dema Kusûfê, li girava Principe’eya Rojavayê Afrîqayê da, dîtin ku ronahiya stêrkan dewsa ku rasterast û dîrekt hereket bikin, nêzîkî Rojê, jiber hêza kêşa Rojê, ditewin û wek kevanekan dibin. Ev yek dide xuyakirin ku em şûn û cihên stêrkan, hinek joratir ji cihên wan yên rastîn dibînin. Hemû serketinên teoriya nisbiyeta gîştiya Einstein, derbarê stêrkan bû, lê piraniya zaniyaran di hesreta vê yekê da bûn ku karibin wan di labaratuwaran da biceribînin. Teoriya Albert Einstein, maddeyan wek pakêteke givaştî ji enerjiyê, didît loma jî her du vediguherîne hev, yanê madde dikarî biguherta forma enerjiyê û enerjî jî dikarî veguherta maddeyê. E=mc2.

Ji nişkê va, zaniyaran bersiva piraniya pirsan peyda kirin. Radiyoektîv, bi riya vê hevkêşeyê pir bi hêsanî hate şirovekirin. Zaniyaran têderxistin ku her zerreya maddî, ji dijmaddeyeke bi qasî xwe, pêktê û zanîn ku madde û enerjî, tu caraî ji hevodin nayên veqetandin. Heya ku Albert Einstein nameyek ji serokomarê Amerîkayê(letter to President Franklin D. Roosevelt) ra nivîsî û tê da wiha got: Meriv dikare maddeyê veguherîne enerjiyê û jê Bombeke Etomî berhem bîne loma jî serokomarê Amerîkayê, fermana damezrandina rêxistineke mezin da, ku bombeya etomî çêbikin. Jibo qelişandinê, dendika etoma Ûranyumê hate hilbijartin. Uranium elementeke ku di qaşila erdê da pir e. 2 giram di her tonek keviran da! Yanê 400 carî zêdetir ji zêrê, lêbelê Ûranyum gelek pergende û belavela ye. Di sala 1945an da, têra çêkirina bombeya etomî, Ûranyum hate berhevkirin û karê çêkirina bombeyê, di labaratuwareke bajarê Los Angelesê bi serpereştiya fîzîkzanê amerîkî Robert Oppenheimer, destpêbû. Ceribandina amûreke wiha di pîvaneke biçûk da mumkin nibû. Bombe, divê yan di raserî mezinahiya kirîtîk da be, yan jî qe nebe, loma jî yekemîn bombe, jibo ceribandinê hate teqandin. Ew di saet 5,5ê sibeya roja 16’eyê July’a sala 1945an da pêkhat(25 tîrmeha sala 1324an) û hêza teqîna ku beramberê 20 hezar ton T.N.T’yan bû, jê azad bû. 2 bombeyên din jî hatin çêkirin. Bombeyek Uraniumê bi navê Kurikê ku dirêjahiya wê 3,6 metre, kêşa wê 5,4 ton û ya din jî Mêrê Qelew bû ku tê da Plutonium jî hebû. Ya yekem liser Hiroshima û ya din jî liser Nagasakiyê hate avêtin. Sibeya roja 16’eyê Aguest’a sala 1945an di saet 10:10 deqeyan da, bajarê Hiroshima bi teqîna etomî bi erdê ra bû yek û hilweşiya. Bi bombarana Hiroshimayê, dinya teze hay ji xwe bû, çimku 160000 kes mirin, ew jî di rojekê da û ev karesata mirovî, bû sedema hişyarbûna wûjdana razayî ya fîzîkzanan! Oppenheimer ku berpirsê projeya bombeyê bû, tevî kesên din ji ezaba wûjdana zêde, bertekên tund nîşan dan loma jî hatin girtin û zîndankirinê. Albert Einstein, ragihand ku eger qirar be ku cardin were dinyayê, ew hez dike ku bibe lûlekêş nek zaniyar!

Hin Encamên Teoriya Nisbiyetê:

Einstein bi teoriya nisbiyeta taybeta xwe nîşan da ku, her 3 qanûnên Newtonê, tenê di şertên taybet da, ew jî teqrîben rast in nek bi temamî, çimku dema leza ecsam zêde dibe û digihîje leza ronahiyê, hingî bi tu awayî, qanûnên Newtonê, nikarin jê ra bên bikaranîn û encamên wê pir ji rastiyê dûr in. Teoriya nisbiyeta gîştiya wî jî, nîşan da ku teoriya Newton ya liser qanûna cazibeya gîştî jî, pir rast nîne û di meydanên cazibeya pirbihêz da, formûla Newtonê dikeve ber behs û gengeşiyên ciddî.

Lêkolîna ser tevgera gerstêrka Tîrê li dor Rojê, ji mêj va ye ku bala stêrnas û fîzîkzanan kişandibû ser xwe. Pirsgrêk dema destpêkir ku stêrnasan têderxistin ku sefheya ku Etarud tê da li dor Rojê dizivire, bixwe jî hereketa wê heye. Ev hereket pir bi zelalî tê dîtin.

Pîvandinên girêdayî tevgera Tîrê, nîşan didin ku ev hereket di her sedsalekê da, 43 saniye ye(Li vir mebest ji saniyeyê yekeya pîvandina kevanekê ye ku dibe 1/3600 dereceyan). Her çend ku 43 saniye di 100 salan da, pir pir kême bitaybet jibo salekê, lê qanûna cazibeya gîştiya Newtonê, nikare wê şirove bike.

Newton digot ku ronahî di riyek dîrekt da hereket dike lê Einstein, nîşan da ku eger cismek xwediyê meydaneke cazibe ya pir mezin be û ronahî ji kêleka wê derbas bibe, hingî ladan û jêbadan ji mesîra Rojê diqewime.

Mijarên din ku meriv dikare ji qanûna nisbiyeta gîştî, derxe, ew e ku ronahiya stêrkên ku meydanên megnetîka wan pirbihêz in, di dirêjahiya pêlên wan da, di nav riya ku ber bi erdê va tên, guhertin çêdibe. Ev bandor ku jê ra Red Shift, dibêjin dibe sedema mezinbûna dirêjahiya pêlên ronahiya van stêrkan. Ev mesele ku dîsa bi qanûnên Newtonê naye analîzkirin, bi riya hevkêşeyên teoriya nisbiyeta gîştî, pir hêsan tê modelkirin.

Gelo Erd di çaleke Feza*Zeman da cih girtiye?

Dem û feza, ligor teoriya nisbiyeta Einstein, bi hevodin ra hatine hûnandin û bûne sedema çêbûna pêkhateya tar û pûdî ya çaralî(4D) ya bi navê Feza-Zemanê. Bariste yan çiriya pir mezin ya erdê, buye sedem ku ev pêkhate, bi forma çalekê were xuyan. Wek kesekî/ê giran ku di nîveka doşikek bi bayê dagirtî, rûniştibe(Her çend ku em tewîn, çemîn yan kevanekên Feza* Zemanê yên wiha, bi piranî li derdorên baristeyên pir giran û zev givaştîtir yên wek Reşçalan, Stêrkên Notronî û Kinikên Sipî, dibînin lê eger em hûr û kûr û bi diqqetek zêdetir li diyaspora derdora ecramên ku baristeyên wan kêmtir in yên wek erdê, binêrin û liser wan bisekinin, emê karibin çemîn yan tewînên Feza*Zeman yên ku baristeya erdê buye sedema wan, pir baş bibînin).

Ligor teoriya nisbiyeta gîştiya Einsteinê, hereketa ecsam di pêkhateya tar û pûdî ya Feza* Zemanê, pêktê. Yanê cism di dema ku hereket dike, ew di bin bandora forma Feza*Zemana ku tê da ye, dimîne. Ligor vê teoriyê, kêş yan giraniş dibe sedema guhertina forma pêkhateya Feza*Zeman û di encama wê da, hereketa cism jî jiber meydana kêşa erdê, tê guhertin. Bi gotineke din, ligor Einstein, kêşa erdê, hereketa ecsam di mesîra tewyayî ya pêkhateya Feza*Zeman ya li dora cisma giran e. Yanê dema ku erd di vedorek da li dora Rojê dizivire ligor nisbiyetê, jiber kevaneka Feza*Zeman ya li dora Rojê, ev yek pêktê.

Eger erd neguherbar û sabit biba, hingî tu pêwîstiyek jibo lêkolîna han tune bû, lê jiber ku erd li dora xwe dizivire, loma ev çemîn jî divê bi erdê ra, bizivire. Erd bi badan û alandina hêdî ya pêkhateya Feza*Zemanê ya li dora xwe, wê dike wek pêkhateyeke zivirokî ya çendalî? Ev yek jî buye sedema şandina Satelite’a GP-B ber bi fezayê ku divê liser kêşa erdê, lêkolîn û pîvandinên pêwîst bike.

Kešfa pêwendîya navbera cirm û enerjîyê ya ku ji alîyê Albert Einstein hate îsbatkirin û bikarhanîna wê di çêkirina bombeya Atomî, dišibe wê ku em kešfa Newton ya cazibe û hêza kaša Erdê bi ketina balafiran va girêbidine hevodin û wî wek sûçdar bibînin.

Eger kesek wisa zanibe ku di jîyana xwe da, tu şaşîyek nekirîye

Ew tê wateya ku ew di jîyana xwe da, tu hewlek nedaye.

Albert Einstein

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wikiquote-Logoq:
Wikiquote-Logo
Di Wîkîgotin da gotarek li ser Albert Einstein heye.