Carl Ferdinand Braun
Ji Wîkîpediya
Carl Ferdinand Braun an wekî orijînal Karl Ferdinand Braun (* 6'ê pûşperê 1850 li Fulda; † 20'ê avrêlê 1918 li New York City) fîzîknasekî alman bû. Sala 1909'î Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.
Ji ber ku ew li DYA'yê bicih bûye, pirranî wekî fîzîknasekî amerîkî tê bibîranîn. Di warê radyoyê de pêşketinên mezin pêk tîne. Sala 1888'î bi riya tîrêjên elektromanyetîk ragihandinê gengaz dike. Herwekî antênên ku tîrêjên manyetîk werdigirin çêdike. Ew yek ji damezrênerên Telefunken e. Di 64 saliya xwe de bo cara dawî diçe DYA'yê û êdî hew vedigere. Dema DYA dikeve şer ew jî êdî nikare vegere welatê xwe.