Cobir
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
| Cobir, devqusk | ||||||||||||||
|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
Cobir
|
||||||||||||||
| Dabeşandina zanistî | ||||||||||||||
|
||||||||||||||
Belavbûna famîleya cobiran (Gryllotalpidae)
|
||||||||||||||
| Cureyên cobiran | ||||||||||||||
Cobir an cûbir (bi latînî, Gryllotalpa), li hinek herêman wek bêvilpan, meqesok, lar, devqusk an quzgezk jî tê naskirin, buxikeke di çîna mêş û mûran de ye. Cobir di erdê de qulan vedike û bi devê xwe kok û rehên fêkî û giha diqusîne. Loma bi zimanê îngilîzî jê re dibêjin "çirçirka koremişk". Dirêjbûna cobir 3-5 cm e.
Li Kurdistanê, bi taybetî cureyê Gryllotalpa vulgaris bi berfirehî li erd û zeviyên avdanê tê dîtin.