Copyright
Ji Wîkîpediya
Copyright gotineke îngilîzî ye ku tê wateya "mafê telîfê". Di înternetê he hema hema li binê hemû malperan gotina "Copyright (c) ... All Rihgts Reserved" tê nivîsandin ku tê wateya "Mafê Telîfê ji sala ...'an û vir ve ji aliyê vê saziyê ve tê parastin."
[biguherîne] Mafê Telîfê Çi ye?
Standina mafên bikaranîn û weşanê ya berhemên agahî û ramanî ye. Bi taybetî dema orjînala tiştekî ji aliyê kes an jî saziyekê ve hatibe çêkirin, mafên bikaranîna wî tiştî bi qanûnê tê çespandin û ji vê re "Mafê Telîfê" tê gotin.
Mafê telîfê bi piranî ji bo demekê tê standin. Sembola wê jî di navbera çemberê de tîpa "C" ye. Tîpa © ku li ser tiştekî hebe, tê wateya ku mafê telîfê tê parastin. Tîpa "C" tîpa yekemîn a gotina îngilîzî "Copyright" e.