Mafê daneriyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Sembola mafê daneriyê

Mafê daneriyê, mafê telîfê, yan jî bi gotineke îngilîzî copyright ("mafê kopîkirinê [yê standî]") standina mafên bikaranîn û weşanê ya berhemên agahî û ramanî ye.

Di înternetê de hema hema li binê hemû malperan gotina "Copyright (c) ... All Rights Reserved" tê nivîsandin ku tê wateya "Mafê Telîfê ji sala ...'an û vir ve ji aliyê vê saziyê ve tê parastin."

Mafê daneriyê çi ye?[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Standina mafên bikaranîn û weşanê ya berhemên agahî û ramanî ye. Bi taybetî dema orjînala tiştekî ji aliyê kes an jî saziyekê ve hatibe çêkirin, mafên bikaranîna wî tiştî bi qanûnê tê çespandin û ji vê re "mafê daneriyê" yan "mafê telîfê" tê gotin.

Mafê telîfê bi piranî ji bo demekê tê standin. Sembola wê jî di navbera çemberê de tîpa "C" ye. Tîpa © ku li ser tiştekî hebe, tê wateya ku mafê daneriyê tê parastin. Tîpa "C" tîpa pêşîn a gotina îngilîzî "Copyright" e.

Mafê daneriyê û Wîkîpediya û WikiMedia Commons[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]