Dêra Notre Dame ya Parîsê
Ji Wîkîpediya
Dêra Notre Dame ya Parîsê an jî bi kurtî Notre Dame, dêreke katolîk ya Parisê ye.
Ev dêr, ne dêra herî mezin ya Fransayê ye, lê bê guman yek ji girîngtirîn avahiyên gotîk e. Ev berhema navdar û dîrokî li anîşkeke girava Cité ku navenda bajarê kevin yê Parisê ye hatiye avakirin. "Notre dame" wek navenda Parisê "Noqta Sifirê" tê zanîn [çavkanî pêwîst e].