Sal

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Sal heyamek ango demek 12-mehî ye. Li gor salnameya rojî her salek 365 yan 366 roj e. Rojê 1'ê rêbendanê navî xwe "Sersal" e.

Navê meheyan[biguherîne]

  1. rêbendan
  2. reşemî
  3. adar
  4. avrêl
  5. gulan
  6. pûşper
  7. tîrmeh
  8. gelawêj
  9. rezber
  10. kewçêr
  11. sermawez
  12. berfanbar

Bide ber[biguherîne]

Salname û navê heyv / mehan. Salname, Calendar an jî bi gotineke din Teqwîm, Her sê têgeh jî “dema diyarkiri” ya ji hêla însan ve hatiye destnîşan kirbe jî; di bingeha xwe de dem; ango zeman, bi aqilê biyolojîk an jî bi gotineke din yê hormonîk destpê kiriye.

Bi milyonan sale ku vî “mejiyê biyolojîk”, laş amadeyê rewş û hêman(faktor)ên xwezayî kiriye. Dema zêdebûnê, dema koçkirin û vegerê bi bedenê daye ezber kirin. Zindîwer - ji bilî însan – ên bêziman, bêhacet û bi vê ezbera genetîk, li ser jiyanê mane; xwe parastine, nifş ango nesla xwe zêde kirine. Cudahiya salnama biyolojîk û ya mêjiî qeyd e. Mêjî qeyd dike, ya bedenî diguhere ku guhertineke hêdî, bi qasê sedan sal diajo. Yek hatiye nivîsandin; ya din bê nivîs e; û girêdayê seata tina tavê û pêlên manyetîk ya galaksiya me ye. Ev hêzên bingehîn, li ser mantiqê herketê ya hundurîn de bi danîna peryoda afirîna hormonan xwe dide nîşan û tevdigere. Eva jî wekî kodên hîmî di bedena zindî de hatine veşartin. Xwe nu dikin û diguherin. Ev koda bêhempa parçeyek ji aqilê mezin ya xwezayê ye.

Civaka Kurd jî, yek ji civakên sereke yên xwedî salnameya kevn in. Kal û pîrên me jî, bi awayekî biaqilane sal, heyv, roj û demên pîvandî re eleqedar bune û navên taybet ku di zimanê me de xwedî wate ne lê kirine. Lê, ji hêla nivîskî ve mixabin pelgên ku gîhîştine îro wekî ku tunin. Eva jî me di lêkolîna vê şopê de tengav dike. Tespîta “wext” ê, di heman demê de saloxeke gelekî girîng yê pêşketina mirov e. Texsim ango sinorkirina “DEM” ê destpêka “Însanê bi plan” bi xwe ye. 3500 sal berê ku zanayên Misrî sal wekî 365 roj hesab kirin, wan wê rojê pêdiviya salnamê, ji me zêdetir didîtin; ev ji bo me sedemeke şermê ye. Lewra -pîvaneke pir radîkal be jî - asta paşdemayîna me jî radixe berçavan. Belkî jî mirov bêje ku me ji ziyana dijminan re negotiye “na ! ”. ji hêlekê din ve jî, hin hewldanên borî û hin jî yên nû jî hêjayê rêzê ne. Bi saya wan e kû îro em, digel hemû qelsiyan de li ser gencîneyeke mutevazî ne.

Îro em, li ku dera “dem”ê ne ? Pirsa herî grîng ev e. Lewra kesên ku "demê" nasnekin çima nav lê bikin, an jî navên lêkirî biparêzin ? Pirsa duyemîn ya girîng ew e ku gava win /hun, nivîsê bikar neyînin, wê çawa çanda xwe biparêzin ? Encam li holê ye. Ji hejmara wan jî diyar dibe ku, navên mehan yên Kurdî, ji navên salnama Julian ( Juliyen ) kevntir in. Lewra Salên hejmara wan di salnameyên Rojavayiyan de cih digirin vê teoriya me îsbat dikin. Li gorî vê, salname piştî 325ên zayînî bi civata NÎKA (NÎKEA) ango ÎZNÎK kete fermiyetê. Lewra wê demê sal, wekî 365 û 10 meh hate danîn. Gelo meha dehemîn kîjane ? : Eger em ji meha dawî ya salê ve bijmirin ev dîmen derdikev e pêş: Deh, di reqemên Latînî /Grekî de ye e û tê wateya dehemîn meh ê. KANÛN : (DECEMBRE) - DEKA / DECA (10) MIJDAR: (Novembre) -Nova yanê (9)Neh : COTMEH: (Octobre) - Octob yanê (8) Heyşt ÎLON : (Septembre) - Septem yanê (7) Heft TEBAX: (Augustus) - Sexa / Hexa yanê (6) Şeş Augustus, heyva şeşemîn ya salnama Romayiyan ya kevn e . augustus , nîşaneya midaxalê Romiyan ne ya yêkemîn li ya li hemberî salnamê ye. Lewra beriya wê, bi “July”ê jî lîstine. Bi vê destwerdnê pêvajoya navên şexsan destpê kiriye. Lewra em dibînin ku navê Gaius Julius Caesar Octavianus Augustus, li heyva şeşan hatiye kirin. Îhtîmaleke mezin ji ber reşgirêdanê ango şîngirtina ji bo Cesar împaratoriya ROMAyê ye. Yan jî jer serkeftina mezin ew bi vî awayî hatiye anore kirin. Lê rastiyeke berbiçav heye ku Cesar Augustus, di 19 vê mehê de jiyana xwe ji dest daye. Pênc : Temmuz /Tammûz :Tîrmeh : Jûly : quinqu / Quintilis : Ji bo anor (honor)e kirina Julius Caesar Octavianus Augustus e. Navê wî yê duyem Julî hatiye lêkirin. Lewra nave vê heyvê beriya ku bi vî awayî were guhertin di mana heyva pêncemîn ya zimanê Latînî “ Quintilis” e. Çar: Hezîran : JUNE/ Tetra : Li gorî çavkaniyan ji navê jina xwedayê romî JÛPÎTER Juno hatiye girtin. Wê jî koka xwe ji Canik = ciwan + Jinek / Jineke Ciwan wergirtiye. Sê : Gulan : May / Tre : Navê xwe ji xwedawenda Grekî digire. Wekî heyva sêyemîn ya salê hatiye bi lêv kirin. Du : Nîsan / Avrêl ( Aprîl ) duo: Li jêr di salnama Cihû û bi rêya wê jî di salnama Babîliyan de jî tê dîtin ku NÎSAN navekî gelekî kevn û navêkî Mezopotamyayê ye.

 Lê li gorî îddiayeke din jî navê wê, ji xwedawenda Greekî Afrodît hatiye . Wisa be jî, dîsa tê zanîn ku peyva “Afret” di wateya “JIN” ê de hê ji li Kurdistan û Êranê tam di vê wate û cîh de tê bikaranîn. Ji ber vê çendê, koka vê peyvê ji Greekî zêdetir Ariyenî nîşan dide.

Wekî ku tê zanîn 1ê heyva Nîsanê ( Nîsanû) di jiyan Babîliyan de wekî roja sersalê tê qebûl kirin. Û li ser vê mîsyonê tê pîroz kirin. Ji bo çi ‘Meha Nîsanê” kez nizan e. Yan jî ez nizanim hêjî. Tenê mirov dikane bexsa qencî û xezeba xweda û xwedavendan bike. Lewra demsalên ku bexteyarî dixin jiyana mirov û yên ku diêşînin jî navê xwe didin gelek diştan. Eva ji bo ji bîrnekirin ê ye.

 Une /Uno : Adar /Mart  ( March) Semî : Heyva Adarê wekî salnama Zerdeşti, di  salnama Romaiyan de ji wekî yêkem  û heya pejirîna Salnama Gregorian, hatiye bikaranîn. Yanê bi pejirîna rojbûna Êsa ew, wekî  “destpêk” a demê pejirandine. 

Û bi vêguherîna demê re, gelek xal û nirx jî hatine guhertin. “March”, Mars ango “Adar”, bi salnama Gergorien dikeve statuya yêkemîn heyv ya salê. Lê, li gorî sala ku ji deh mehan pêk tê yêkemîn e. Ji hêla din ve di baweriya zerdeştiyan de sal 12 heyv û ew jî nêzîkî 365 rojan e dîsa “Adar”meha yêkemîn e. Ferq, hejmara heyvan e. Lê têbiniyeke heye ku divê em, bi we re parve bikin ku: Çima em dibêjin “21ê Adarê” roja Newrozê ye ? Û ji hêla din ve jî em heyvên xwe 13 roj dereng li gorî salanama Mîladî didin destpê kirin ? Eger ferqeke wekî 13 roj hebe wê çaxê Newroz divê 13ê adara mîladî de were pîroz kirin. Lewre Serê Salê û serê meha Adarê ye. Na, eger em dibêjin “21ê adarê” wê demê mecbûrin sedema ferqa heft rojan rawe bikin; an jî bêjin hesabê Zerdeştî 21 roj derengtir ji ya Mîladî ye. Di vira de tiştê ku gelek balê dikişîne, di demên borî de li welatên Latîn navê heyvan wekî hejmar hatiye dayîn, lê pişt re hin faktor, navên xwedawend û împaratoran re hatine guhertin.

  Rêbendan / Çile : January /  ev meh di destpêkê de di nava salnama Romayiyan cih nagire û loma bi deh heyv hatiye hesab kirin. 

Piştre tê pejirandin û nav tê lê kirin. January ji navê xwewdayekî kevn ÎANUA / JÎANUA / JYANUA hatiye wergirtin.

   Sibat :  February : Peyva February ji dînê kevn yê Roamiyan ji navê Xwedayê binê herdê FEBRUUS hatiye hilbirîn.  Û di nava demê û 28 /29 roj kişandina wê buye sedem ku hin wateyên din lê werin barkirin. 

Ji ber vê, di nava mehan de mehek pîroz û pakbûnê ji guneh û xirabiyan. Dema ku Romayî sala bi 12 heyv dipejirînin February / Sibat dibe heyva dawî ya salê. Hêjayê gotinê ye ku li rojhilata navîn, û Misirê pergala 12 heyvan bi hezar salan bû ku dihate karanîn. Ji ber vê îxtimalêye ku Romaiyan bi hatina herêmê ew ji wir wergirtin e. Di vira de salnama Greekî jî bi ya Romaiyan re heman salname ye lê du heyvên din jî lê hatiye zêde kirin. Yanê 12 meh e. Lê aliyê navan ve heman nav hatine karanîn.

 1-  ÎANOUARÎOS
 2-  FEVROUARÎOS
 3-  MARTÎS
 4-  APRÎLOS 
 5-  MAÎOSÎV
 6-  JOUNIOS
 7-  JOULIOS
 8-  AVGOUSTOS
 9- SEPTEMVRIOS
10- OKTOVRIOS
11- NOEMVRÎOS
12- DEKEMVRÎOS

Digel vê li Rojhilata navîn Salname qeyda herî kevn Tewrat e. Tewratê de sala nû di meha NÎSAN an jî AVÎVê destpê dikin. Ku “Aprîl” û “Avîv!” gelekî dişibin hev. Salnameyek ji yên herî kevn jî bêguman salnama Cihûyan e. Ango salnama Rabbînîk e. Li gorî rêzê sala civaka cihû wiha dizivir e: 1- Nisan (Avîv), 2- Iyyar, 3- Siwan, 4- Tammûz, 5-Av/ Ab, 6- Êlûl, 7- Tîşrî, 8- Marheşwan, 9- Kîslew, 10- Tebeth, 11- Şevat(Adar 1), 12- Adar ( Adar 2) Heyvên ku - 1.Nisan, 2.Iyyar, 4.Tammuz, 5.Ab, 6.Elûl, 7.Tişri, 12. Adar; nave wan mehan ji salnama Mezopotamyayê hatin e ku li ser navê Babîliyan hatine kişandin in. Ji ku ev navên heyvan ketine hundirê salnama Hebrew ango cihûyan ?

 Li gorî pelgên dîrokî ev, digêje dema macîriya mezin ya sala 586 BÊ ya li Babîlê ku bi destê Nabokadnezarê duyem  ve hatiye pêkanîn. Lewra civaka cihu nêzîkî 1500 sal li vê derê jiya.  Û piştî destura Xelife Omer jî ku vegeriyan jî Cihûtî li Kurdistanê heya salên 80 jî man. Û hê jî şêniyeke pîçûk li Kurdistanê dijîn.

DI SALNAMA BABÎLIYAN DE HEYV: 1. Nisanû, 2. Ayarû, 3.Simaû, 4. Dû’ûzû, 5. Abû, 6.Ûlûlû, 7. Taşrîtû, 8.Arakşamna, 9.Kîslîmû, 10.Tebetû, 11.Şabatû, 12. Adarû Digel vê ji hêlacografik ve gelek nêzîk be jî, di salnama Îranê de bi navê xwe ve gelekî cuda ne. Li gorî Salnamê Sersal di 21ê adarê de destpê dike bi navê 1. FARVARDÎN - 21 ê Adar - 21 ê Nîsan (Nuvebûna Jiyanê) 2. ORDÎBEHÊŞT - 21 ê Nîsan - 21 ê Gulan 3. XORDAD - 21 ê Gulan - 21 ê Hezîran 4. TÎR - 21 ê Heziran - 21 ê Temmûz / Tîrmeh 5. MORDAD - 21 ê Temmûz /Tîrmeh – 21 ê Tebaxê ( Germ ) 6. ŞAHRÎSWAR - 21 ê Tebax - 21 ê Îlonê 7. MEHR - 21 ê Îlon - 21 ê Cotmehê (Dilovanî, Başî, Qencî) 8. ABAN - 21 ê Cotmeh - 21 êMijdarê ( Avadanî, Îmar) 9. AZAR - 21 ê Mijdarê – 21ê Kanûnê (Ar , Agir ) 10. DEÎ - 21 ê Kanûn / Berfanbar – 21 ê Rêbendanê 11. BAHMAN - 21 ê Rêbenda - 21ê Sibat ê 12. ESFAND - 21 ê Sibatê - 21 ê Adarê (Bêhna Xweş) Ji van mînakan de derdikeve holê ku du ekolên sereke yê salname xuya bibin jî, wekî sê mînak tên kifşkirin Yêkemîn : Ya herî kevn a Arî ye ku 21ê Adarê, salê dide destpê kirin. Ku heman demê de vê bandora xwe li ser salnama kevn ya Romayiyan kiriye. Di vira de niqaşeke din û hêja destpê dike. Lewra roja 21ê Adarê ne roja eslî ya li gorî salanama Kawayê hesinkar e ev yek. Ya duyemîn 21ê adarê madem roja sersalê ya gelê kurd e divê ew roj ne wekî “roja 21”, divê wekî roja pêşî yanê 1ê Adarê were binavkirin.

Wekî tê zanîn wê demê “Saleke Romayi” yan, ji 10 heyvan pêk dihat jî wan jî sersal bi heyva Adarê didan destpê kirin. Kengê sal wekî 364+1 pejirandin wê demê sersal hate dawiya heyva 10min ya berê (Decembre) şeva roja 31 bu serê salê. Ev eşkereye ku me ev bi navên hejmarî ya Latînî de bi firehî nîşan da.

Ya duyemîn jî ekola Sumeriyan  yan jî ya ku destpêkêde ji aliyê Sumeriyan ve hatiye qeyd kirin e. Divê pêşî em bizanibin ku nivîs ji ne ji  nişkan ve derketiye û ne jî yêkemîncar Sumeriyan nivîsine ku her tişt yê wan in. Na! Ev  ji bo ku pelgên dîrokî yên ku herî kevin di destên me de , yên wan in loma. Yanî tekane nivîsên destê mirovahî ew in.. 

Di encamê de ekola duyem ya rojhilata navîn e. Ku ev ekol jî pişt re bi awayê sê çavî (kanî) şax ango gulî ji hevbûne ku yek jî ji van Eşax / ekola Aryenî ye.

Duyemîn Hebrewîk an jî Cihûyî. Sêyem jî Misrî an jî Kiptî ye. Li gorî şopên dîrokî nav lê kirina heyv / mehan de sê prensîbên serêke wekî esas hatine giritin. Yekem: Awayê salnama arianiye: Di vê salnamêde jî xuya dibe ku navên buyer û rudanên xwezayî hatine lê kirin; Dûyem ya Sumeriyan e ku navên Xweda û xwedawend. Ya Romî / latînî xweda, xwedawend û împarator ango melîkan hatine niqandin. Navê yên ku hatine hilbijartin de pîvan hez kirin û tirs in. Yanê li gorî ram û xezeba wan hatine binav kirin û hilbijartin. Yan jî îhtîmale ku di bin mantiqê lêkirina van navan de “kudan” (dewam kirin) a pêvajoyê jî buye sedem. Mirovahî, dakû van demên drêj yên tirsdar, an jî bextewarker ji bîr neke û tim di bîra xwe de bihêle ev pêvajo/period bi van navan hildan e.

Hewce nake ku kudana buyerê heyvek dirêj be. Di virda ya esil çend rojên ku mirov nekariye jibîr û aqilê xwe derîne. Yan jî kok û bandora xwe ewqasî kur çuye ku dest nedaye mirov zû ji bîr bike . Ji hêla din ve jî diyarî kirin di mijara bi navkirina Augustus / tebaxê de jî der dikeve. Lewra di vê de jî çar faktor cih digirin. 1- Rojbûna melîk ango împaratoran , 2- Serkeftinên mezin 3- Heyva mirinê 4- wergirtina TAC û TEXT in. Ango karesatê ye ji wan re diyarî hatiye kirin. Îi dibe bila bibe di encamê de navên xweda û xwedavendan gelekî bibandorin li ser navên heyvan de. Duyemîn: Buyer û çelakiyên xwezayêne ku mirov her tim tirsandiye ye. Serma, germ, nexweşî, bahoz, brusk, lehî /lesar, herdhej, hezaz, Berf, hişkayî û birçitî û bi sedan sedemên din yên xwezayê bune faktorên sereke yê binavkirina heyvan de. Ya sêyemîn: jî encama pejirîna Qral / xwedaye. Li gorî vê peywira qral ango melîk bi ya xweda re tê wekhev kirin. Yanê ew wekî nuner yan jî temsîlkarê xweda / xwedawend tên pejirandin û navê wan jî bi vî awayî li hin tiştan tên kirin. Çavkanî: Dizgûnê Dewrêş