Darkutok

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Darkutok,qîqo, darkutik, kutkutok,darniqêrk, kîlkîlotik an çiçikan, famîleykî çûkên daristanê ne. Pencê wan gelekî bi hêz e, du bêçî berpêş û du jê berpaş ve ne. Loma pir bi hêsanî bi daran ve hildikişin. Nikilên wan jî dirêj û xurt in. Bi nikilên xwe ew kêz û kurmên di nav qaşilên daran û darên rizyayî de derdixin û dixwin. Her weha bi nikulên xwe qalikên behîv û gûzan qul dikin û kakilên wan dixwin.

Ew hêlîna xwe di daran de bi hêza nikilên xwe çêdike. Dema ku bi nikilên xwe li darê dixe dengekî wisa derdixe ku mirov dibêje hey dar dike ji ber hêza ba bikeve xwarê û ew deng ji hejîna wê tê. Lê bi rastî ew deng ji ber ku darkutok li ser hev nikilan lê dixe derdikeve holê.

Navên cuda darkutikê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Berkutik
  • Darkirok
  • Darkutînek
  • Darkutok
  • Darniklok
  • Darnikrok
  • Dodo
  • Kutkutok
  • Naqor
  • Neqilqes
  • Qîqîk
  • Teqteqok
  • Tikikok
  • Qîqo