Demenza

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Demenza (bi latînî: dementia „bêî ruh“) navê komeke nexweşiyên fonksiyonên bîrkan û mejiyê ye.

Bi temendirêjiyê ve ji ber hin guhertinên mejiyê, dikare di bîrkan, axavtin û tevgeran de hilweşîn, qelsbûn pêk were. Ji nişka ve yan di demeke dirêj de mirov di plansaziyê, oryantasyonê, hîs û tevgerên xwe de dikeve nav pirsgirêkan.

Bêî nexweşiya demenza jî, di kesên temenê wan ji 65'î zêdetirin de 2-4 % û yên ji 85'î zêdetirin de 20 % windabûna bîrkanê dibe. Demenza prosesê bipêştir dixe û mirov dixe nava sîmptomên awarte.

Sedemên demenzayê[biguherîne]

  • Alzheimer (nexweşî) (60 % ji vê nexweşiyê tê)
  • Nexweşiyên dil-demar (NDD) (10-20 % sedem e)
  • Trawma
  • Jengariya dermanan
  • Tûmorên di serî de
  • Amasên (îltehebên) mezin
  • Kêmbûna vîtamînan
  • Nelirêbûna sîstemên tîroîd û paratîroîd
  • Nexweşiyên kronîk ên organên sereke
  • Depresyon

Terapî[biguherîne]

  • Parastina performansa bîrkanê (ceribandinên bibîrxistin û bibîrhîştinê)
  • Terapiya bi dermanan
  • Valîdasyonterapî
  • Aktûelhiştina jînenîgariyê (teknîkên biyografiyê)

Bêjeya demenza cara pêşîn di sedsala 18emîn de kete lîteratûrê. Lewra kesên ev nexweşî bi wan re hebûn, ne tenê di warê tendurustî û aboriyê de, herwiha di dadê de jî dibûn sedemên pirsgirêkan. Bo mînak di dadgehan de şahîdî û bersûciya wan jiber kû wan ne wekî herkesê hertiş bibîrdianîn, gelek problem derdiketin.

Cara pêşîn Eugen Bleuler di sala 1916'î de ev nexweşî bi dorfirehî raxist ber çavan. Gorî binavkirina nûjen an nexweşiyan sala 1951ICD-10 û DSM-IV bûn kodên vê nexweşiyê.