Derûnnasiya kûr

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Derûnnasiya kûr an jî psîkologiya kûr, di destpêka sedsala 20emîn de hat rojevê. Zanîstan dîtin ku mirov nikare bi hêsanî û metodên laşî psîkologiya mirovan şîrove bike. Psîkologiya mirovan xwedî taybetiyeke mezin e û xwedî mekanîzmeke pirr tevlîhev û kompleks e.

Sigmund Freud wekî bavê derûnnasiya kûr tê zanîn. Wî cîhana derûniya mirov raxistiya ber çavan, metodên têgihîştinê afirandiye û tasnîf kiriye. Tasnîfkirina eziya nizim (îd) , ezî (ego), eziya bilind (superego), pêşxistina metoda derûnkolînerîê hwd riya derûnnasiya kûr vekir. Bêî derûnnasiya kûr derûndermanî nabe.