Dermîs

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Dermîs, çîna serekê ya çermê mirov.

Çermê (pêst) mirov ji du çînên serekê pêk tên; epîdermîs û dermîs.

Pêkhate[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dermîs çîna serekeya ya çerm e.

Dermîs li bin epîdermîsê de dirêj dibe, pêkhateyên wekî lûleyên xwînê, demarên hestê, çikildanên mû, lûsemasûlke, lûleyên lîmfê, rijênên xwedanê û rijênên çewrî lixwe digire. Li gel van pêkhateyan xaneyên fîbroblast, xaneyên hellûşêner û xaneyên çewrî jî xaneyên sereki yên dermîsê ne[1]. Dermîs ji bestereşaneyê pêk tê. Navbera pêkhateyên bestereşaneyê de rîşalên kolajen (bi îngilîzî : collagen fibers) û rîşalên qaîşokî (bi îngilîzî: elastic fibres)heye[2]. Stûriya dermîsê 0.5 mm heta 3 mm ye[3]. Rîşalên kolajen taybetmendiya qaîşokî dide pêst. Herwisa rîşalên kolojen avê bi xwe ve girê didin, bi vî awayê rê li ber ji destçûna ava pestê digirin[4]. Rîşalên kolojen enzîma kolojenaz (collagenase) lixwe digirin, ev enzîm berpirsiyare ji boy saxbûna birînan[4]. Dermîs li aliyê jêr ve bi hîpodermîsê ve girêdayî ye, hîpodermîs beşek çerm nîn e[5]. Hîpodermîs bestereşaneyên sist û şaneya çewrî lixwe digire[5].

Çînên dermîsê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dermîs ji du çînê sereke pêk tê; çîna goçkeyî (bi îngilîzî: papillary layer) û çîna torî (bi îngilîzî: reticular layer)

Çîna goçkeyî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çîna goçkeyi ji bestereşaneyê pêk tê, lê bestereşaneya vê çînê sist e, ango rîşalên kolojen û rîşalên qaîşokî torek lawaz ava dikin. Pêkhateyên mîna tilî ji çîna goçkeyî ber bi jorê, di nav qata binçîne ya dermîsê dirêj dibin, evan pêkhateyan wekî goçkeyên çermê tên navkirin. Di goçkeyên çermê de gellek mûlûleyên xwînê, mûlûlyen lîmfê, xaneyên hellûşêner, rîşalên demarê, hinek ji xaneyên çewrî, wergirên berkevtinê û xaneyên fîbrobalst heye. Xaneyên hellûşêner, xaneyên bergiriyê ne, heke ji hawirdorê, hokarên nexweşiyê bikevin nava çerm, xaneyên hellûşêner li hember wan bergirî dabîn dike[6]. Herwisa goçkeyên çermê gellek hestewergir jî lixwe digirin[3].

Çîna torî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li bin çîna goçkeyî de çîna torî dirêj dibe. Bestreşaneya li vê çînê gellek gurr e. Ji ber gurahiya rîşalan, ev çîn bi şeweyê torî xuya dibe. Li vê çînê de rîşalên qaîşokî û rîşalên kolojên li nav hev dirêj dibin, lê piraniya rîşalên vê çînê ji rîşalên kolojen pêk tê[7]. Rîşalên qaîşokî nermahî didin çermê, rîşalên kolojen jî girjiya (şidayî) çerm xurtir dike. Rîşalên vê çînê bi gelemperî li derûdora çikildanokê mûyan, rijênên xwêdanê û rijênên çewrî hê zêdetir in[4]. Çîna torî li gel mûlûleyên xwînê, gellek hestewergir û demarên hestê, rijênên xwêdanê, rijênên çewrî, çikildanokên mû lixwe digire[6]. Herwisa li vê çînê de xaneyên mast, xaneyên fîbroblast û lûleyên lîmfê jî cih digirin[4].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Roberts S. Human Physiology. Global Media, 2007.
  2. ^ Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  3. ^ a b McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  4. ^ a b c d Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  5. ^ a b Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  6. ^ a b Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  7. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.