Deryaya Azov
Ji Wîkîpediya
(Hat ragihandin ji Deryaya Azûw)
Deryaya Azov an Deryaya Azak (bi ûkraynî: Азовське море, Azovske more, birûsî: Азовское море, Azovskoye more) deryayeke li rojhelata Ewropayê bakura Deryaya Reş e. Azov bajerekî di devikî çemê Don de navê xwe daye wê deryayê ye. Ew deryayeke kêlekê DeryayaReş e.
[biguherîne] Erdnîgarî
Li rojavaya Deryaya Azov Ûkrayna li rojhelat jî Rûsya heye. Nîvgirava Kirim û Nivgirava Taman Deryaya Azov ji Deryaya Reş vediqetî ne û di ser Tengava Kerş re digêhî ne hev.
Pîvana rûya derya 38.000 km² û kûrahîya herî mezin 15 m tenê ye.
[biguherîne] Çemên talê dibin
Du çemên girîn tala wê dibin: Don û Kuban. Ji bo ew deryayeke biçûk e û ew çeman talê dibin şorahî xwe enca ji çaran yeka Deryaye Reş e.