Deryaya Japanî

Ji Wîkîpediya

(Hat ragihandin ji Deryaya Japon)
Deryaya Japanî

Deryaya Japanî an jî Deryaya Japanê, koreyî wek Deryaya Rojhelat nav dikin, deryayeke qiraxîyê di Okyanûsa Pasîfîk de li rojhelat Asya dikeve ye. Ew li başûr û rojhelat bi giravên Japon, li bakur bi girava Sachalin û li rojava bi Rûsya û herdu Korêyan tê sînor kirin.

Ew bi Pasîfîk ve bi Tengava Korea (başûr), Tengava Tsugaru (navbera giravên Japonya Honshu û Hokkaido), Tengava La-Pérouse (navbera Hokkaido û Sachalin) û Tengava Tartaren (bakur) re digêhe hev.

Aqara Deryaya Japanî 1.048.950 km² ye û kûrahîya xwe jî nîvekî di 1.752 m de heta 3.742 m diguhere.

Giravên Deryaya Japanî girîng wiha ne: Sado, Tsuşima, Ulleungdo, Liancourt-Felsen, Hatsushima, Okushiri, Rebun und Rishiri.

[biguherîne] Nav

Ew ji aliyê Japan û Rûsyayê ve û bi gelemperî bi awayê navneteweyî wek Deryaya Japanî tê navandin. Korêya Başûr wek Deryaya Rojhelat; Korêya Bakur jî wek Deryaya Koreya Başûr nav dikin.