Deryaya Mirî
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Deryaya Mirî (bi erebî: البحر الميت, al-Bahr al-Mayyit; bi îbrî: יָם הַמֶּלַח, Yām Ha-Melaḥ) yan Deryaya Xwêyê deryaçeyeke di navbera Urdun û Îsraelê de ye. Rûyê deryaçeyê û kenarên wê 422 metran li jêr asta deryayê de ne û ji ber wê yekê mîna nizmtirîn bejên cîhanê tên hejmarkirin. Deryaya Mirî 378 metran kûr e û bi swîrahiya xweya 33,7% swîrtirîn ava cîhanê ye.