Gol

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Gol

Gol an deryaçe ji kortên ku di demên guhertinên jeolojîk de peyda bûne û ên ku bi borîna salan ji ava baranê, herkîna çem û lehiyan tijî av bûne re tê gotin.

Gol li gor pevajoyên jeolojîk cihêreng in, ango li hin herêman, dema ku şetandinên jeolojîk çêbûne, lat û zinarên xwe lar bûn, nexwe, xak pir hilweşiye, û golên mezin çêbûne, û li hin herêman jî zinar û lat hişk û sert bûn, lewma golên çêbûbûn biçûk bûn.

Ji golên ku bi guhertinên jeolojîk çêbûne re, golên xwezayî dibêjin, û ew li seranserî cîhanê tên dîtin, ji golên mezin, Gola Victoria li Kenya û Gola Qizwîn li Asiya navîn, li Kurdistanê jî hin golên xwezayî hene wek, Gola Wanê û Gola Ûrmiyê.

Hin gol hene bi destê mirovan çêbûne, ew bi rahatî li paş avgiran peydabûna, ango kombûna avê li paş wan hedî hedî bûye gol, ji van golan re dibêjin golên pêşesazî, û pir nimûne li seranserî cîhanê hene, wek Gola Nasêr li paş avgira Alî li ser çemê Nile li Misirê.

Gol çi xwezayî çi pêşesazî bin, ew pir sûdmend in, mirov ji wan golan pir sûdwer digrin, mirov ji van Golan ava çandiniya xwe dibe, mirov ava vexwarinê jî jê dibe, ji bilî ev fêde û sûdên tenduristî û gervanî, pir gol îro seyrangeh û havîngehên ku mirov bêhna xwe li ber vedide ne, mirov mesiyan jî ji van golan digrin.

Golên Kurdistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Deryaçe an gola Zirêbarê, Kurdistan

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Ebdulla Ghafur (1997). Amarî Kurdistan. Stockholm.