Dibistanên Eşîran

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Dibistanên Eşîran li sala 1892yê de ji aliyê Siltan Ebdulhemîd ve hatin vekirin. Armanca van dibistanan ew bû ku zarokên serhozên ereb, kurd û ernewitan perwerde bike û bixe bin xizmeta Osmaniyan.

Wêneyê Dibistana Eşîran a ku di navbera 1880 û 1893 de hatî kişandin (Abdullah Biraderler, Pirtûkxaneya Kongreya DYAyê)
Komeke xwendekarên Dibistana Eşîran (Abdullah Biraderler, 1892-1893)

Avabûn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

21ê îlona 1890an Siltan Ebdulhemîd vekirina van dibistanan îlam kir û bang li serhozên kurd,ereb,ernewut kir ku zarokên xwe bihinêrin van dibistanan. Lê vekirina van dibistanan encax li sala 1892yê mimkûn bû. Li pêşiyê tenê li Stenbol û Bexdayê hatin vekirin. Lê piştî sê salên dî, li Patnos, Selmas, Toprakkale, Wan û Mudrakê jî hatin vekirin[1].

Armanca vekirina dibistanan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Siltanê Osmanîyan, Siltan Ebdulhemîd di bîranînên xwe de ji bo armanca avakirina van dibistanan wiha dibêje;

Her çend Siltan Ebdulhemîd bi dûçûna polîtikayên pan-osmanî ev dibistan vekiribin jî, gelek xwendevanên kurd bi xwendinê li dijî van fikrên Siltan Ebdulhemîd mezin bûn. Di vê derbarê de rojnameya ermen Ginthak li sala 1903ê de wiha dibêje;

Li sala 1907ê jî ev dibistan ji aliyê Siltan Ebduhemîd ve hatin girtin.

Pirtûk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Osmanlı Devletinde Aşiret Mektebi, Alişan Akpınar

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:274