Diyar Bohtî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Diyar Bohtî nivîskarekî kurd e.

Diyar Bohtî, li herêma Bohta, li gundekî çiyayî (Girdara ser navçeya Dihê) di sala 1958 an de hatiye dinyayê. Piştî ku dibistana destpêkê diqedîne dest bi xwendina medreseyê dike. Berî çûna medreseyê, ew jî weke gundiyan karê rêncberiyê dike. Xwendina wî ya medreseyan, geh li Bohta, geh li Torê, geh li Herêma Xerza û geh li herêma Amedê derbas dibe.

Piştî ku xwendina medreseyê diqedîne dest bi xwendina Dibistana Çandiniyê dike. Piştî dibistana çandiniyê di saziyeke dewletê de şeş salan fermanberiyê dike.

Di sala 1987 an de çend caran tê girtin û çend mehan di girtîgehê de dimîne. Di serê sala 1988 an de dev ji fermanberiyê berdide û bi awayekî derwêşî tevlî karê welatpêrêziyê dibe. Hê jî vî karê xwe yê derwêşiyê didomîne. Di ber karê xwe re xebata wêjeya kurdî jî dike.

Heta niha du pirtûkên wî (Şehîdname û romaneke bi navê Gul Bişkivîn) hatine çapkirin û bi navê Tûrikê Xewnan nivêsên wî yên fabl di televizyonê de hatine lîstin. Romaneke li ser penaberên Kampa Mexmûrê jî niha li ber çapê ye. Niha di Radyoya Dengê Mezopotamyayê de bernameyan çêdike.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Şehîdname -Helbest- Weşanên Mezopotamya - 2005
  2. Gul Bişkivîn - Roman- Weşanên Mezopotamya - 2006

Anha jî yek ji rêvebirên Radyoya Dengê Kurdistanê dike kû li Belçikayê weşanê dike. www.denge-kurdistane.com

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]