Edene
| Edene Adana |
|
|
Pira Kevirîn a Edeneyê
|
|
| Nexşeya cihan Tirkiye | |
| Kargêrî | |
|---|---|
| Welat | Tirkiye |
| Parêzgeh | Edene |
| Demografî | |
| Gelhe | 1,747,589 (2012) |
| Erdnîgarî | |
| Bilindayî | 23 m |
| Koordînat | |
| Dem (UTC) | UTC+2 |
Edene (bi tirkî: Adana) bajarekî Tirkiyeyê ye. Di Tirkiyeyê de, yek ji 5 bajarên herî mezin e. Pîvana erda bajêr 14.256 km² ye. Tevahiya nifûsa parêzgehê (gorî hejmêra dawî) 2.125.635 e. Nifûsa navenda parêzgehê (bi tevî 5 navçeyên navendî) 1,747,589 e (2012). Ji navbera rojava û rojhilatê bajarê de Çema Seyhanê diherike.
Ji rojhilatê heya rojavayê, herêma ku 100 km dirêj e Herêma Bajarên Mezin yên Edene-Mêrsîn e û nêzikî 3 milyon nifûsa wê heremê he ye. Di Tirkiyeyê de, ev herêm herêma metropolîtana herî mezin a çaremîn e û navendekî bazirganî û çandeyariye.
Ev herem alî kanan (madenan) jî pir dewlemend e. Qrom, hesin, manganez, sirb(qurşûn) û tûtya (çînko) di heremê de pir tê dîtîn. Parêzgeha Edenê j'alî çandin jî pir giring e.
Di Çukurovayê de gellek zadên wek; genim, gukberojk, zeytîn, hinar, lazût(garis), narinc(purteqal, mandarîn, lalengî û lîmon), mûz, kîwî, hawêcan, şekirlewen, kartol, firingî, îsot, kaho(marûl), kelem, pîvaz, soya, riz(birinc), pembû, tirî, fisdeq, maş, xiyar, behîv, zebeş, gindor tên hilberandin. Lê belê, ji nav van zadan yê ku heri giring e pembû ye. Niha avdana van zadan bi avdana dilopî tê çêkirin.
[biguherîne]
13 navçeyên Edeneyê hene:
- Qarsantî, bi tirkî Aladag
- Ceyhan
- Feke
- Qebristana Xerîban, bi tirkî Imamoglu
- Çeçelî, bi tirkî Karaisali
- Maxarsus, bi tirkî Karataş
- Sîs, bi tirkî Kozan
- Bazendum, bi tirkî Pozanti
- Haçîn, bi tirkî Saimbeyli
- Seyhan
- Tufanbeyli
- Ayaza, bi tirkî Yumurtalik
- Ûregîr, bi tirkî Yüregir
|
|||||||