Emil von Behring

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Emil von Behring
Navê rastî
Emil Adolf von Behring Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn15 adar 1854 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Ławice (Kreis Rosenberg in Westpreußen, West Prussia) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin31 adar 1917 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Marburg Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêPneumonia li ser wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîÎmperatoriya Almanî (1871–), Keyaniya Prûsyayê (1854–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Zanîngeha Humboldt ya Berlînê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
  • Nivîskarê derhonakî
  • mamosteyê/ya zanîngehê li ser wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Else von Behring (Berlîn, 1896 – Nayê zanîn) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • Nobel Prize in Physiology or Medicine (1901)
  • Fellow of the American Academy of Arts and Sciences
  • Honorary Doctorate from the National Autonomous University of Mexico (1910)
  • honorary doctor of the University of Halle-Wittenberg
  • Cameron Prize of the University of Edinburgh Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Emil Adolf von Behring (jdb. 15'ê adarê 1854 li Hansdorf, (Parêzgeha Rosenberg i. Westpr. an parêzgeha Rosenberg) a li rojavayê herêma Prûsyayê dikeve, wekî Emil Adolf Behring; (m. 31'ê adarê 1917 li Marburg) bakteriyologekî navdar ê alman bû. Yekemîn xelatwergirê Xelata Nobel a bijîşkiyê ye ku sala 1901'ê hate dayîn.

Xelat danê, lewra di dema xwe de gelek xebat li ser nexweşiyên têger (buwar, bisaw) ên zarokan, herwiha li ser dîfterîyê kiribû. Wekî "felatkerê zarokan" jî dihate binavkirin.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Emil Adolf Behring (paşê Emil von Behring) kurê mamosteyekî dibistana seretayî bû. Bi alîkariya dewlet û dostekî malbatê perwerdeya xwe bicih tîne. 2'ê kewçêra 1874 xwe qeydê Akademiya keyaniyê ya bo bijîşkiya leşkeriyê (Kaiser-Wilhelm-Akademie für das militärärztliche Bildungswesen) a li Berlînê ye. 1878 li zanîngeha li Berlînê Universität Berlin angaştnameya şopandinên nû yên li ser neurotomia opticociliaris payeya doktoriyê werdigire û wekî doktorê yekîneyên leşkerî li parêzgeha Posen dest bi kar dike.

Sala 1890 bi tevî Shibasaburo Kitasato yê japonî, dest bi lêkolînên berfireh ên li ser dîfterî, berevaniya laş an sîstema parastînê, berevaniya sîstema parastinê ya bo tetanosê ûêd dike. Bi hev re li ser ajalan gelek ceribandinan dikin.

Dema şerê cîhanî yê I. destpê dike, terapiya eskeran dike, bi taybetî yên bi dîzanterî, tetanos, şewatên ji bombeyên gazî, kolerayê nexweş ketine. Di 63 saliya xwe de li Marburgê jiyana xwe jidest dide.

Emil Adolf von Behring

Taybetiya wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Carekê bi depresyoneke giran dikeve û li cem psîkologê navdar Sigmund Freud terapî dibîne.

Ji bo bîranîna navê wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1954, bo 100. rojbûyînê, bo Paul Ehrlich und Emil von Behring heraus
  • Klînîkek li ser navê wî, HELIOS Klinikum Emil von Behring, Berlin-Zehlendorf
  • Leşgergeha Emil von Behring, Giebelstadt, parêzgeha Würzburg,
  • Dibistana amadeyî ya Emil von Behring, Spardorf, parêzgeha Erlangen-Höchstadt
  • Emil-von-Behring-Gymnasium (dibistana amadeyî), Großhansdorf, parêzgeha Stormarn
  • Emil-von-Behring Schule (dibistan) (tenduristî, xwedîbûn, civakî), Geislingen/Steige
  • Emil-von-Behring-Schule (dibistan) li Marburg
  • Li dora 11 Emil-von-Behring-Straßen (kolan) li bajarên alman

Galerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pêşangeh[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve (almanî)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]