Emiliano Zapata

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Emiliano Zapata

Emiliano Zapata (jdb. 8ê tebaxê 1879 - m. 10ê nîsanê 1919) şoreşgerekî meksîkî ye.

Şoreşgerê meksîkî Emiliano Zapata, di sala 1879an de li eyaleta Morelos tê dinê. Ew gundiyekî çermsorbû. Karkerên gundî yên di kargehan de bi rêxistin kir û dest danî ser ji 3an yekê axê. Paşê tevahiya Meksîkê û hemu başûrê welêt bi dest xist. Lê belê Serokkomar Carranza xwest reforma axê ya Zapata daye destpêkirin rawestîne û lewma lihingê xelkê zapatîstiyan Emiliano Zapata bi leşkerên xwe da kuştin. Zapata, dema ku ji aliyê hêzên dewletê ve li Cuernavacayê hatiye kuştin, 39 salî bû. Zapata, di 10 Nisan sala 1919an de mir.