Emily Dickinson
Emily Elizabeth Dickinson (10'ê berfanbarê 1830 - 15'ê gulanê 1886) helbestvana amerîkan e. Emily Dickinson li navçeya Massachusettsê , bajara Amherstê ji dayik bû. Malbata Dickinson bi çalakiyên polîtîk û perwerdehî re gelek navdar bûn. Bavê wê parêzer û li kolejeke herêmî berisgerek bû û ji aliyek din li Kongre da kar dikir. Diya Dickinson , a ku navê wê jî Emily bû, jinek xwînsar, gelek dîndar bû û karê wê kevanîtî bû. Diya wê zehf ji nexweşiyê giyanî kişand û bi piranî di depresyonê de bû. Dibe ku ji bandora ew nexweşiyê be, têkîliya wê bi qîza xwe gelek sar bû. Ew jî Dickinson di nameyeke xwe de wisa aniye ziman û digot ‘’Xwedî dayîkek qet nebûm.’’
Dickinson li Akademiya Amherstê (1834-1847) û koleja Mount Holyoke (1847-1848) perwerdehiya xwe qedand. Dora 1850'yî, ew dest bi pêk anîna helbestan kir, helbesta wê ya yekemîn di rojnameya Springfield Daily Republican de di sala 1852'an de hate weşandin.
Stîla hewl û xebatên wê ya pêşî bi rêkî vetûrî bû lê salên bi ceribandinê pêşketinek bi vî karî bû xuyakirin. Bi piranî, bi awa kî lawij helbest nivîsand û helbestên wê li ser mijarên bawerî, bêdawîtî, xweza û giringiya malbatê bûn.
| Ezmanek din heye
Ezmanek din heye, — Emily E. Dickinson
|
Ji îngilîzî wergêr: Baran Acis