Ezra Pound
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ezra Weston Loomis Pound an bi kurtî Ezra Pound (30ê cotmeha 1885, Idaho, DYA - 1ê mijdara 1972, Venedîk, Îtalya) helbestvanekî Emerîkî.
Çend helbesteke ji Ezra Pound[biguherîne]
Û ROJ BI TÊRANî TIJE NîN IN
û roj bi têranî tije nîn in
û şev bi têranî tije nîn
û jiyan diherike ji ber çav wek xiltekî
giya jî nahejîn
Ezra Pound
Ji îngilizî werger:Felek Baran
PAN MIR
Pan mir.Pan ê mezin mir
ax keçînno!
stû xwar bikin hûn giş
û bihûnin taca wî
êdî havîn tune ye ji bo pelan
zil çilmisîn
em'ê bi çi hawî bihûnin tacekê
yan jî çewa bînin cî soza ji kulîlkan?
divê min negotana Xanimnon.
her dem çors bû mirin
divê min negotana Xanimnon.
lê weke di vê demsala vala de
sedemek çawa dikare bêje ew,
ku veqetandiye Lordê me ji me?
Ezra Pound
Ji îngilizî werger : Felek Baran