Famîleya ebreşûmiyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Famîleya ebreşûmiyan, ebreşûmiyan (Asclepiadoideae), ji binekomeke famîleya kinfan (Apocynaceae) re dibêjin. Riwekên navdar ên vê famîleyê cureyên kulîlka berate (Amorphophallus titanum) ên wekî stapelia, hoodia, huernia û Orbea ne ku kulîlkên wan wekî berateyan bêhn didin.

Sîstematîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kulîlka tacan (Calotropis gigantea).
Gomphocarpus fruticosus.
Funastrum cynanchoides.
Larryleachia cactiformis.
Birbisîna guşîkî (Ceropegia racemosa).
Birbisîna leflefok (Ceropegia sandersonii)
Oxystelma bornouense, Kaboré-Tambi-NP, Burkîna Faso.
Microloma calycinum
Hoya pubicalyx.
Fockea capensis.
Îlustrasyona (Dischidia rafflesiana).
Pel û gupika Dregea sinensis.
Fetloka tacî (Stephanotis floribunda)
Telosma cordata.

Berê sala 1797 famîleya Asclepiadaceae ji aliyê Moritz Balthasar Borckhausen ve di ferhenga bi navê Botanisches Wörterbuch - Ferhenga botanîk, c. 1, r. 31'ê de wekî famîleyeke serbixwe hatiye ravekirin. Lê lêkolînên molekulerbiyolojîk da aşkerakirin gelek dişibe famîleya kinfan. Niha hin riweknas wekî famîleyeke serbixe, hin jî wekî binekoma famileya kinfan terîf dikin.

Famîleya Asclepiadoideae ji 4 şax, 12 binekoman pêk tê. 172 riwek endamên vê malbatê ne. Li di hin xebatan de hejmara cinsan zêdetirî 300 û endamên wê jî nêzîkî 3000'î hatine tomarkirin. Tevlîhevî ji hevpariyên bi famîleya kinfan tê.