Feqên çûkan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Cureyeke feqê

Feq alavek ji alavên aw û nêçîrê ye. têla ku ew jê tê çêkirin du mîlî ye, wek çawa du fekên devî mirov hene, her wisa du fekên devî feqê jî hene, fekên wê wek kevan û qentirman xar û qilûç in, ji jêr ve jî destikê xwe heye. Ji bo ku feq bê çerpandin, rasor yan jî zimbelek li dor herdu fekên feqê tê alandin, têla ku zimbelek jê tê çêkirin ji têla fekên feqê ziravtir e; lê jê sertir e, zimbelek li dor fekên feqê ji jêr ve tê alandin, pêre herdu aliyên têla zimbelekê, yê destpêkê û yê dawiyê her yek bi fekek feqê ve tê girêdan, belê ev jî dê şiyana neyênî û erênî(positive and negative) peyda bike, û dema ku ev hêz peyda dibe, pêvajoya çerpandinê çê dibe, ango feq jixweser tê hevdu.

Çerpandina feqê qonaxa tev dawî di nêçîrê de ye, nexwe û ji ber ku feq li ber çivîkan vekirî bimîne, zîvareke biçûk bi feqê dixin , û jê re dibêjin dîlpik, dîlpik jî ji şivên mêwên tirî tê çêkirin, ew ji hundir ve tê quqilandin ango hundirê wî vala dibe û deziyek tê re derbas dibe, dezî ji bin ve dîlpik bi feqê ve diçespîne, û ji ser ve kurm an jî kulî dikevin ber, belê ev jî xwarina ku çivîk pê tên giritin, navenda dîlpik ji derve ve, tê kêrtkirin, ev kêrta jî ji bo ku qulpikê bi destikî feqê ve girêdayî di ber keve, û wexta ev qulpik dikeve ber dîlpik, ev pêvajo herdu fekên feqê vekirî dihêle, ji ber ku dema qulpik bi dîlpik dikeve ew di ser feka jêr re tê cem dîlipk, û wexta ku çivîk tê xwarina ber dîlpik bixwe û ji ber hejandina dîlpik ew ji ber qulpik difilite, belê filtandina qulpik û şûnve-vepekandina wî, feka feqê azad dike, a ku ji alî xwe de diçe cem hevala xwe, her wiha wexta ku tê çerpandin, stû an jî laşê çivîkê bi xwe re dibe û di nav xwe û hevala xwe de digire.

Cureyeke feqê

Xwarina ku dikeve ber dîlpik jê re dibêjin şûk, ew ji xweştirîn xwarinên ber dilê çivîkan e, ew jî yan kulî ne û yan jî kurmên sipî ên ku ji nêrxendiyên hişkbûyî tên derxistin, ji bo xwarina ber dîlpik pir bala çivîkan bikişîne, heya çar kurman dixin ber dîlpik, ji ber ku, kêlîka ku qulpik bi ber dîlpik dikeve, deziyê ku kurm di berda ne sert dibe û sertbûna wî canê kurman diêşîne, belê çiqas canê kurman biêşe ewqas dilebitin û xwe dilivînin, û çiqas xwe livandin ewqas bala çivîkan dikşînin ku bên wan bixwin.

Li kêlek kurman, xwarina din a ber feqan kulî ne, Digel ku pir cureyên ciyawaz ên kuliyan hene; lê cureyê tev baş û hevyaz, kuliyê pazik sor e. Berejavî peydakirina kurman; peydakirina kuliyan hinekî zehmet e, tu yê di tîna rojê de li wan bigerî, ji ber ku ew ne danê sibê û ne jî danê êvarê derdikevin, heya ku te yek dît jî tu yê pir bi pey wî bikeve heya tu bigirî, ji ber ku ev cureyê kuliyan pir hişyar e, ango dema te dibîne, ew pir bilind hildipeke û direve, û her hilpekînek û xweçekirinek dora deh heya bîst mitran mewdayê dibe.

Li dawiyê kin dirêj, piştî ku kulî tê girtin, berî her tiştî lingên wî tên hilqetandin bo ew nikaribin bifirin û birevin, tenê bergê ser pazikên kuliyan dimînin, ji ged û taybetmendiyên kuliyan e, ku dema tu kepira wan diguvişî, pazikên wan jixweser rep dibin û li banî disekinin, lewma wexta ku kulî dikin ber dîlpik deziyê dîlpik di ser kepira wî re dibin, û me got wexta ku qulpik bi ber dîlpik dikeve dezî sert dibe û di encamê de kepira kulî tê guvaştin, her wiha pazikên sor û piriqî li banî wek agirekî dadayî xuya dikin, em ji bîr nekin ku bergê li ser pazikên sor berî ku kulî bikeve ber dîlpik rasterê tên hilqetandin, çima, cimkî dema ku kulî nû tê girtin, eger berg bên hilqetandin dê pazikên sor biçelmisin û nema pêre rep bibin.

Piştî ku feq tê amedekirin, ew li ber kêl û telakan tê venandin, li vir zîrekiya ew kesê ku feqê vedine derdikeve holê, ango gerek ew çavdêriyeke bi sebr û saman bike, gelo cihên ku çivîk pir lê dihewin li kuderê ne?, kêl û telakên baş kîjan in …hwd. Dibe cihên ku nêçîrvan nîşan bike, hecek, dirî, belan, girê axê bin ..hwd. Heke feq li ser rûyê zemîn û erdê bê venandin, gerek ew bi komek axa hûrik bê veşartin, û tenê şûk li derve bimîne, lê heke feq li ser daran an jî hecan bê venandin, ew di nav pelên wan de tê veşartin.

piraniya çivîkên ku feq li ber wan li ser erdê tên venandin, çikçiko, gabelek, fînt, tîtî, copal, çokreş…hwd, ema feqên ser daran li ber çitan tên venandin, nemaze, çitên hejîran û ên tirî.

Der barî çivîkên ku feq li ber wan li ser erdê tê venanadin, pêvajoyeke pir girîng heye, jê re dibêjin yaldan, yaldan jî ji bêjeya alîdan yan jî bi aliyekî de bajo hatiye, di yaldanê de nêçîrvan dê çivîkan bi fîtkirinê an jî bi kişkirinê bereve telak û kêla ku feqa xwe li ber venaye bide, her wiha heya ku çivîk kurm an jî kuliyê di ber feqê de bibîne. Hêjayî gotinê ye ku ne hertim çerpandina feqê berdar e, pir caran çivîk xwarina ber feqê dixwe bêyî ku feq biçerpe, û pir caran heya ku biçerpe jî, çivîk yan nakevin ber feqê yan jî xwe rizgar dikin, lê rêdan û pêkana westandina wan hertin rêjeya bilind distîne.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]