Feqîrê Şîxadî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Feqîr di hiyerşiya dînî ya êzdiyan de piştî pîran tê.

Lê feqîrtî wek şêxîtî û pîrîtiyê ji bavê nagehê kur. Her mirîdê ku di ber destê şêx û extiyar de xizmeta dînê êzdîtiyê bike, dibe feqîr. Karê feqîran di nav êzdiyan de digirin û der heqê dînê wan şîretan li wan dikin. Debara wan bi parsê ye. Ji bo feqîran ciline xweser hene. Nemaze di van cilan de li xwe kirina xirqe şert e. Bi çav êzdiyan xirqe cilekî pîroz e. Li gor êzdiyan, Êzîd xirqe ji xwe kiriye û daye feqîr. Ji ber vê bêrûmetiya xirqe bêrûmetiya Êzîd tê hesibandin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]