Gülnaz Karataş (Bêrîtan)
Ji Wîkîpediya
Gulnaz Karataş (Beritan) (* 1971 li Bongilan/Çewlik † 1992 li Şemdînan) gerîlayeke PKK'ê bû.
Karataş di sala 1992'a de, di dema dageriya yekem ya Başûr de ji bo nekeve destê hêzên kevneperest, dawî li jiyana xwe anî. Gerillaya ARGK'ê Gulnaz Karataş (Beritan) di şerê li dijî artêşa tirk û hêzên kevneperest de, jiyana xwe ji dest da. Berîtan militanek ji Dersimê bû, di her dema jiyana xwe ya gerîla de, li dijî hemû xirabiyan, qetliyam û zora li ser Dersim û hemû Kurdistanê de, nûmûneyek isyanê bû. Beritan mantiqa PKK'ê ya ku dibêje: kî şer bike xweşik dibe, heta dawiyê qebûl kiribû û di jiyana xwe de bi pêk dianî. Bêrîtan di şerê Başûrê Kurdistanê de wek fermandarê tîmê cihê xwe girt. Beritan, di şerê Başûr de, heta gulleya xwe ya dawî şer kir û ji bo sax nekeve destê neyarên xwe, li ber çavên wan, bi awayek ku tu carî nayê ji bîr kirin, xwe di kendalekî de avêt. Ev helwest û çalakiya Berîtan tesîreke mezin him li ser Gelê Kurd him-jî li ser hêzên kevneperest kir. Serokê PKK'ê Abdullah Öcalan Bêrîtan wekî mînak nîşan da û got: "Ev Jeanne d'Arc a me ye."
Derhênerê kurd Halîl Uysal di sala 2006'a de fîlmeke bi navê "Bêrîtan" li ser jiyana Bêrîtan kişand.


