Gürdal Aksoy

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Gürdal Aksoy
Jidayikbûn1968 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Gurdal Aksoy (z. 1968Çewlîgê) dadnas û nivîskarekî bî eslê xwe kurd e.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gurdal Aksoy kurdekî ji bakûra Kurdistanê ji bajarê Çewlig’ê (Bîngolê) ye, ew bi awayekî metodîk û gelek caran jî, dûrê klîşe û dubarekirina ku di nav me Kurdan da jî heye, dinivîsîne. Ew berhemên xwe bi zimanê tirkî dinivîse, xweska nivîsên wî bi zimanê kurdî bûna jî. Ji aliyê dî va çewa ku em pê dizanin, bi awayekî amatorî be jî, ew bi hunera resim ra jî mujîldibe.

G. Aksoyê ku di sala 1968 a da hatiye dinê, xwendina xweya despêkê, ya navîn û lîseyê li Elezîz, Antalya û Enqere yê da çêkirîye. Wî di sala 1996 a da Faqulta Dadê ya Zanîngeha Enqerê qedandîye, li ser antropolojî (beşa zanînê, ya ku mirovan wek hebûnekî xwezayî qebûldike û li ser wan lêkolînê dike.), dîrok û mîtolojiyê lêkolînan dike û dixebite.

Gurdal Aksoy eve zûva ye ku di malpera Rizgariyê[1] da nivîsên xwe diweşîne û heta niha tu kitêbên wî nehatîne wergerandin ser kurdî.

Heta niha van kitêbên wî hatine weşandin:

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Lêkonînên li ser Zimanê Kurdî û Efsaneyên wî, cîlt 1 (Weşanên “Öteki” Enqere, 1991).
  • Hîeros Gamos, Têbiniyên li ser Xweda- Bav (Weşanên Zagros, Stenbol, 1993).
  • Xelkê ku Dîroka Wî Nehatîye Nivîsandin (Weşanên Avesta, Stenbol, 1996).
  • Mirov, Kultur û Medenîyet (Weşanên Avesta, Stenbol, 1996).
  • Gelo Dawiya Evînê ye? (Weşanên Yurt Kîtap, Enqere, 1998).
  • Newroz, Efsanekî – Dîrokekî (Weşanên Yurt Kîtap, Enqere, 1998).
  • Girtîgeha Xelkan Anadolî, “ Ji Xwe Dûrketina Kurdan a bi Dîtinên Merkezîtiya Anadolîtîyê” (Weşanên Komal, Stenbol, 2002).
  • Mîtolojiya Kurd-Alewî ya Dêrsîmê, Fîgurên Olî di Raa Haq da” (Weşanên Komal, Stenbol, 2006).
  • Xewzaniya (Kehaneta) Kurdistanê ya Nostradamus, Nıvîsên li ser Kurdan, (Weşanên Komal, Stenbol).

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 17 sibat 2009 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 4 sibat 2009{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)